ÎHD: Girtiyê nexweş Bedrî Çakmak berdin
Endamên ÎHD'ê di çalakiya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixin de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Çakmak û gotin: "Çakmak daket 35 kîloyan. Wî serbest berdin."
Endamên ÎHD'ê di çalakiya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixin de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Çakmak û gotin: "Çakmak daket 35 kîloyan. Wî serbest berdin."
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F" di hefteya 455’an de berdewam kirin. Komîsyonê ji ber şewba vîrûsa koronayê çalakiya xwe li ser medya civakî dom kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Çakmak ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye û bi nexweşiya pençeşêra mîdê ye. Endamê komîsyonê Taylan Bekîn anî ziman ku ji ber şewba vîrûsa koronayê tecrîda li ser girtiyan giran dibe û wiha got: "Li girtîgehan xizmeta tibbî, dermankirin, parastina li dijî şewbê û şertên paqij pir kêm in. Dîsa xwarin û vexwarin têr nake. Li gel ku êdî li girtîgehan ev şewb zêde belav dibe jî tedbîr nayên girtin. Li gorî tespîtên Navenda Dokümantasyonê ya TÎHV'ê, di 11 mehên destpêkê yên 2020'an de, herî kêm 8 girtî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Dîsa girtî di nava tecrîdeke giran de dijîn.
ÇAKMAK DAKET 35 KÎLOYAN
Bakîn da zanîn ku Bedrî Çakmak ev 11 sal in girtî ye û bi nexweşiya pençeşêra mîde ye. Bakîn, destnîşan kir ku Çakmak nikare di nava şertên girtîgehê de derman bibe, daketiye 35 kiloyan û wiha got: "Li gel ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê ya Amedê rapora "Nikare li girtîgehê bijî" daye wî jî hîn li benda Rapora Saziya Tipa Edlî ye. Her çend parêzerê wî serî li Serdozgeriya Komarê dan jî niha li benda bersîva Saziya Tipa Edlî ye. Çakmak wê di Adara 2021'an de were berdan. Lê di nava 4 dîwaran de jiyana wî di metirsiyê de ye.
Bekin, bang li rayedaran kir û xwest Çakmak û hemû girtiyên din werin berdan.