ÎHD: Em tu car dest ji têkoşînê bernadin!

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bertek nîşanî daxuyaniya berdevkê AKP’ê Omer Çelîk da û got: “Wê Dayikên Şemiyê dev ji lêgerîna windayan û daxwaza edaletê bernedin.”  

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî daxuyaniya berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ku gotibû, “Kolana Îstîklalê li Dayikên Şemiyê qedexe ye” da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Çelîk, bi van gotinan provakasyonê  derdixe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Bi astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê, dixwazin li ser heqîqetê binixumînin û kiryaran biparêzin. Dixwazin çalakiyeke aştiyane provoke bikin. Dixwazin bi van daxuyaniyan civakê bixin nav aloziyê. Em dibêjin çalakiya Dayikên Şemiyê ya 23 sal û 3 meh in dewam dike wê tevî hemû astengî û destwedanan jî bi serbilindî û xurt bidome. Tu gotin nikare lêgerîna edaletê qirêj bike. Wê Dayikên Şemiyê dev ji lêgerîn û têkoşîna xwe bernedin heta edalet bê cih.”