ÎHD'ê rapora penaberan weşand

Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê têkilî penaberan rapora 2020'an weşand. Li gorî vê 658 caran maf hatine binpêkirin.

Rapor li avahiya Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê bi daxuyaniya çapemeniyê hate aşkerekirin.

Serokê Şûbeya Gulseren Yolerî rapor xwend.

Yolerî bal kişande ser hevlayenî nîjatperesttî, tundî û hejariyê ya li cîhanê binpêkirina mafan a li ser penaberan jî zêde bûye.

Yolerî ragihand li Tirkiyê li heta 13'ê Çile ya 2021'an 3 milyon û 645 hezar û 557 penaberên Sûriyêyî hene.

Yolerî diyar kir ji ber tirsa dersînorkirinê penaber newêrin neheqiyên li ser wan bibêjin û bal kişande ser binpêkirina mafan ên li nav penaberan, weke tundiya li ser jinan, îstîsmarkirina jinan, binpêkirina mafên zarokan, kedxwarî, cihêkariya, mafê xebatê, xwe negihandina dadê.

Yolerî her wiha diyar kir nêzîkatiya cihêkarî û gotinên nefretê pir beloq in.

Li gorî raporê sala çûyî 658 caran maf hatin binpêkirin, ku di nav van binpêkirinan de destgîrkirina bi neheqî, êşkence, tehde, kuştina ji ber hêzên çekdar ên dewletê, mirina ji ber êrîşên nefretê û hwd. hene.

ÎHD'ê çend pêşniyar kirin, ku hin ji van pêşniyaran wiha ne ku  şerha li ser peymana Cinêvê ya 1951'an were rakirin, Peymana Paş ve Vegerandinê ya di navbeyna YE-Tirkiyê de were vekişandin, sînor werin vekirin û bazirganiya mirovan a ser sînor were sekinandin, dev ji wan polîtîkay û gotinan biqerin da ku penaber ji bo ku ji sînoran derbas bibin serî li rêyên deryasayî û taloke nedin