ÎHD: Divê tecrîd were rakirin

Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqê ye û divê were rakirin. ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser parlementerên HDP’ê da.

Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê derbarê astengkirina mafê xweîfadekirin û xwepêşandana civakî li avahiya xwe ya şaxê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê Abdûllah Zeytûn daxuyanî xwend û diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirin û xwepêşanda civakî tê astengkirin.

‘HIKUMET DI ŞAŞIYAN DE ISRAR DIKE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Polîtîkayên desthilatdariya siyasî guhê xwe ji bangên aştiyê re ker dike û li ser zemîneke nijadperest, mîlîtarîst û zayendparêz di şaşiya xwe de israr dike.

Wekî ku tê zanîn parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 300 girtiyên li zindanên Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ketine greva birçîbûnê. Roj bi roj hejmara girtiyên çalakger jî zêde dibin. Em her carê diyar dikin ku rêzdar Abdullah Ocalan û sê girtiyên ku ew jî di girtîgeha Îmraliyê de ne, divê karibin mafên bi kar bînin. Divê pêkanînên derhiqûqî yên li ser rêzdar Abdullah Ocalan were rakirin û ji bo avabûna zemîna aştiya civakî divê pêvajoya çareseriya demokratîk dîsa were destpêkirin.

Ji bo pêkanîna daxwazên Leyla Guven, parlementerên HDP’ê xwestibûn li Amedê li pêşiya mala Leyla Guven çalakiyekê li dar bixin. Lê ev çalakî hatibû astengkirin û parlementer hatibûn derbkirin.

Em diyar dikin ku bi van polîtîkayan, doza Kurd jî di nav de pirsgirêkên civakî nayên çareserkirin û binpêkirina mafê xweîfadekirin û xwepêşandana civakî li dijî mafên kes û civakan tê wateya êrîşan.”