ÎHD: Binpêkirina mafên zarokan zêde bûye

ÎHD'ê bi wesîleya Roja Mafên Zarokan daxuyaniyek da û diyar kir ku di dema şewbê de binpêkirina mafên zarokan zêde bûye û bal kişand ser berpirsyariya dewletê.

Komîsyona Mafê Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi wesîleya Mafên Zarokan a Cîhanê, daxuyaniyek nivîs weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li tevahiya cîhanê Peymana Mafên Mirovan ji aliyê gelek welatan ve hatiye qebûlkirin. Lê ligel vê yekê jî binpêkirinên mafên zarokan bi her awayî dewam dike. Di pêvajoya şewbê de ku cîhan kiriye bin bandora xwe, li ser jiyana zarokan jî tesîrek mezin kiriye."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di dema şewbê de, zarokên karkerên çandiniya demsalî dîsan hatin xebitandin. Mafê perwerdê yê zarokan ji wan hate standin. Dîsa di dema şewbê de, Qanûna Înfazê hat derxistin. Lê zarokên girtî ji derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Di heman demê de derbarê zarokên girtî de agahiyên têrker nehatin dayîn. Di girtîgehan de, çend zarokan hene hîna jî nayê zanîn. Sema van binpêkirinên mafan ên li dijî zarokan ne şewb e, dewleta Tirk bi xwe ye. Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin."