ÎHD: 44 kesên ku nîvê wan zarok bûn bi wesayîtên leşkerî û polîsan hatine qetilkirin

ÎHD'ê ragihand ku di nava 15 salên dawî de 21 jê zarok bi giştî 44 kes ji ber wesayîta zirxî ya leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê rapora têkildarî mirinên ku li Kurdistanê wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran li sivîlan dane, eşkere kir. Di raporê de hat bibîrxistin ku di 7’ê Hezîranê de li navçeya Gevera Colemêrgê çawişê pispor wesayît li zarokê 5 salî Erdem Aşkan xistiye û di encamê de Aşkan jiyana xwe ji dest daye.

ÎHD daxuyand ku wan rapora wesayîtên zirxî ku li welatiyan qelibîne di 2019’an de eşkere kiriye û ev rapor niha nû bûye û hejmara mirî û birîndaran zêdetir bûye.

Di daxuyaniya ÎHD’ê de hat destnîşankirin ku bi kuştina Erdem Aşkan re, di 15 salên dawî de li bajarên Bakurê Kurdistanê 82 bûyerên ku wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran li welatiyan qelibîne pêk hatine û 21 jê zarok 44 kesan di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane û 23 jê zarok bi giştî 94 welatî jî birîndar bûne.

ÎHD’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku sedema van mirinan bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayiye.