ÎHD 33 salî ye, lê belê rêyeke dûr û dirêj li pêşiyê ye

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 33 sal li pey xwe hişt. Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî got, rêyeke dûr û dirêj li pêşiya wan e ji ber ku faşîzm hîn didome.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 17'ê Tîrmeha sala 1986'an bi îmzeya 98 kesan ava bû. Beriya komele ava bibe darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î pêk hatibû. Zêdeyî 650 hezar kes hatibûn destgîrkirin, êşkence li wan hatibû kirin û 173 kes jî bi êşkenceyê hatibûn kuştin. Rojname, sendîka, komele, partiyên siyasî hatibûn girtin, serokên giştî yên partiyên siyasî û parlamenter hatibûn destgîrkirin û hinek ji wan jî hatibûn girtin. Li girtîgehên leşkerî yên rewşa awarte êşkence li hezaran girtiyan dihate kirin û li dijî vê yekê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ketibûn rojevê. Gelek girtiyan di nava van şert û mercan de jiyana xwe ji dest dabûn.

Di nava damezrînerên ÎHD'ê de xizmên girtiyan, nivîskar, rojnamevan, weşanger, akademîsyen, parêzer, dadger, mîmar, endezyar û mamoste hebûn. ÎHD ku kete sala xwe ya 33'an ji dema ava bû û vir ve pêşengî ji têkoşîna maf re kir. Binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nîşan da.

Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir, ku têkoşîna wan a 33 sal in didome wê ji niha û pê ve jî bidome.

Yolerî anî ziman, armanceke wan heye, ew jî parastina maf û azadiya mirovan e. Yolerî diyar kir ku ew dixwazin êrîşên li dijî azadî û mafên mirovan bi temamî ji holê rabin û destnîşan kir ku tevî vê bendewariyê jî nepêkane ku ev daxwaz di demeke gelekî kurt de pêk were.

Yolerî diyar kir ku divê malbata ÎHD'ê bê zêdekirin û got, "Divê parêzvanên mafên mirovan bi xurtî têkoşîna xwe bidomînin. Bêguman mafên mirovan ne tenê karê Komeleya Mafên Mirovan e, lê belê di vê mijarê de em xwedî cihekî jêneveger e. Rêya me dirêj û dijwar e, ji ber ku faşîzm bi rê û rêbazên cuda dest li jiyana me werdide. Em di sala 33'an a ÎHD'ê de ne û bi wesîleya vê salvegerê ji bo xurtbûna komeleya me em careke din bang li her kesî dikin; mirov dikarin bibin endamên komeleya me, endamên komîsyonan, her wiha bêyî bibin endam dikarin weke aktîvîstan bixebitin."