Îfadeya 21 gundiyên Xîzanê ya li qereqolê temam bû

Li Xîzanê beriya bi 4 rojan bi gotina 'qeymeqam wê bi we re civînê bike' qereqolê bang li gundiyan kiribû. Gundiyên ku hatibûn binçavkirin îfadeya wan a li qereqolê temam bû.

Li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê 21’ê Tebaxê Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê bang li gundiyan kiribû û gotibû 'qeymeqam wê bi we re civînê bike'. Gundiyên ku çûn qereqolê hatin binçavkrin û piştî ku îfadeya wan şevê dî qediya dadgehê bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye' biryara girtina Osman Şîşmem da.

Tê payin 20 kesên dî jî îro bibin dadgehê.

ÇI BÛBÛ?

Li Xîzanê ku ji 12’ê Tebaxê ve qedexeya derketinê lê didome, Fermandariya Jandarma ya Navçeyê ji gundên Xalatûr, Kekûla, Aqunusê, 21’ê Tebaxê bang li 30 kesî kiribûn bi hinceta ku ‘qeymeqam wê bi wan re civînê bike.’ lê ji van 15 kes hatibûn binçavkirin û roja dîtir jî ji yên ku bang li wan kiribûn 6 kesên dî jî hatibûn binçavkirin.