Îbrahîm Akin: Ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez hûn biçin ser sindoqan!

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bang li hilbijêran kir ku ji bo rawestandina faşîzmê divê teqez biçin ser sindoqan.

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên tûra 2’emîn ku wê 28’ê Gulanê were kirin, eşkere kir.

Civîna çapemeniyê li Bayrakliyê hat kirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenterên Partiya Çepên Kesk Bûrcûgul Çûbûk, Serhat Eren, rêveberên bajêr ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk tevlî civînê bûn. Gelek rojnamevanan civîn şopandin.

AKIN: ME ROLEKE DÎROKÎ GIRT SER XWE

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku wan tevî hîleyên 14’ê Gulanê jî rolekî dîrokî girtine ser xwe û got: “Me di atmosferekî hilbijartinê ya bêyî edalet de, xebat meşand. Eger em bixwazin faşîzmê rawestînin, divê em teqez 28’ê Gulanê biçin ser sindoqan.”

‘DIVÊ MUXALEFET BIZANE KU JI KÊ ÇEND DENG WERGIRTIYE’

Akin bang li muxalefetê kir û ev tişt got: “Di demên dawî muxalefet maye bin bandora gotinên nîjadperest û wisan tevdigere. Divê bizane ku ji kê çend deng wergirtiye û li gorî wê helwesta xwe diyar bike. Her kesê ku bi rengekî cidî dixwaze Tirkiye were guhertin, divê biçe dengê xwe bide, xwedî li sindoqan derkeve û 28’ê Gulanê ji bo guhertina vê rejîma otorîter a qesrê, di nava yekîtiyek xurt de be. Em li vir in em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcû Gul Çûbûk jî bal kişand ser astengî û hîleyên hilbijartinê û got: “Bi taybetî li Kurdistanê HUDAR PAR’iyan hewl dan ku li ser sindoqan dengê jinan asteng bikin. Têkildarî pirsgirêkên jinan xebatên me, ne li ser bingeha hilbijartinê ye. Tifaqa Ked û Azadiyê jî di bingehê xwe de tifaqa têkoşînê ye.”

EREN: HER KES BILA BIÇE SER SINDOQAN

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Amedê Serhat Eren bal kişand ser gefên li hemberî Kurdan û wiha bilêv kir: “Em dikarin qala xeteriya li hemberî xelkê me yê Êzidî bikin. Tê gotin ku eger gundiyên 14’ê Gulanê dengê xwe dane Kiliçdaroglû, 28’ê Gulanê jî dengê xwe bidinê wê ew gund werin valekirin. Bila her kes biçe ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkeve.”

MENGUÇ: REJÎMA YEK ZILAMÎ DIVÊ TEQEZ BIÇE

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Samet Menguç ev tişt anî ziman: “Divê her kes teqez biçe ser sindoqan û wezîfe û berpirsyariyê bigire, divê teqez rejîma yekzilamî ji holê rabe. Ev xeta me ya sor e.”