Êşkenceya 'jimartina li ser piyan' li girtiyan tê kirin

Hate ragihandin, li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê li ser girtiyan tê ferzkirin ku di dema jimartinê de rabin ser piyan û yên vê qebûl nakin jî êşkence lê tê kirin.

Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, zexta li girtiyan tê kirin roj bi roj giran dibe. Parêzr Ahmet Çevîk bi girtiyan re axivî û diyar kir ku binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan roj bi roj zêde dibe.

Çevîk da xuyakirin ku li ser girtiyan tê ferzkirin ku di dema sermijartinê de rabin ser piyan, ên vê qebûl nakin dibin hedefa êşkenceyê û got, "Ji bilî vê yekê, girtiyan bi zanebûn bi derengî dibin nexweşxaneyê. Bi dehan girtiyên nexweş hene û nayên dermankirin. Bi taybetî girtiyên ku diranê wan diêşe nabin nexweşxaneyê. Pirtûk, kovarên li qewîşan têne desteserkirin, bi taybetî yên bi Kurdî."

Çevîk diyar kir ku li ber deriyê girtîgehê lêgerîna bi tazî li girtiyan tê ferzkirin û got, "Girtiyên LGBTÎ yên li girtîghê dibin nexweşxaneyê û bêyî ku li wan guhdarî bikin, muayene dikin ji bo bibînin bê LGBTÎ ne yan na?" Çevîk anî ziman ku destûr nayê dayin pirtûk û rojname ji derve bikevin girtîgehê û got, pirtûkên ji aliyê îdareyê ve têne kirîn jî gelekî biha ne.