Êrîşî Dayikên Şemiyê hate kirin: Gelek kes hatin destgîrkirin

Dayikên Şemiyê dema ku xwestin biçin Qada Galatasarayê, polîsan êrîşî wan kirin û gelek kes hatin destgîrkirin.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 948’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe domandin. Tevî ku biryara Dadgeha Makeqanûnê (AYM) “binpêkirinê” daye jî lê polîsan qad dorpêç kir û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan kêliya ku gihîştin qadê asteng kir. Polîsan êrişî dayikan û parêzvanan kir û ew destgîr kirin.

Polîsan rojnamevanên ku xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji qadê dûr xist. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Miroan (ÎHD) Eren Keskîn jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Besna Tosun, Îrfan Bîlgîn, Ozge Bakir Efe, Mehmet Mert Karatag, Masîde Ocak, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Leman Yurtsever, Hasan Karakoç, Îkbal Eren, Hunkar Yurtsever, Huseyîn Aygul, Coşkûn Ustercî, Umît Efe, Cuneyt Yilmaz.