Êrîşî avahiya HDP’ê ya li Înegolê hate kirin

Hevserokê HDP’ê Înegolê Seyfettîn Havûz diyar kir ku duh êvarî kesên ku nasnameya wan hê nehatiye diyarkirin pano, afîş û paldankên li avahiyê şewitandine. Havûz bal kişand ser vî tiştî ku derî û camên avahiyê jî nehatine dehfdan.

Derket holê ku avahiya HDP’ê ya Înegola Bûrsayê ji aliyê kesên ku ketine hundir, hatiye şewitandin. Hevserokê HDP’a Înegolê Seyfettîn Havûz ji ANF’e re axivî.

Havûz diyar kir ku derî û camên avahiyê jî nehatine dehfdan, afîş û wêneyên li ser panoyê û paldank hatine şewitandin.

Havûz got: “Kesên ev êrîş kirine qet destê xwe nedane pirtûkên li ser maseyê. Paldank avêtine erdê, panoya li dîwar û afîşên li ser wê, tevî alayên HDP’ê û wêneyan hatiye şewitandin.Dibe ku derî bi çîlîngirê hatiye vekirin, ji ber ku şewat zêde nebûye, pano û paldank jî bi meşaleyê hatine şewitandin.”

BERIYA KU EM WERIN POLÎSAN QEYDÊN KAMERAYÊ BI XWE RE BIRINE

Havûz diyar kir ku a niha xebata tespîtkirina êrîşkaran didome û got: “Vê sibehê esnafê li kêleka avahiyê agahî da me. Heta ku em hatin, me dît ku polîsan qeydên kamerayê yên li dikana kêlekê birine.”

Havûz diyar kir ku wê sibê şopa tiliyan eşkere bibe û xwest êrîşkar werin zeftkirin.