Êrîşên zayendî yên li hemberî zarokan, hate protestokirin

Li dijî sûcên zayendî yên ku li Zongûldak û Bîsmîlê li dijî zarokan hate kirin, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li dijî sûcên zayendî yên li dijî zarokan, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

ENQERE

Komîsyona Mafên Zarokan a Navendî ya ÎHD’ê têkildarî êrîşa zayendî ya li Zongûldakê li hemberî zaroka 2 salî ji aliyê mêrekî 25 salî ve hatî kirin û piştre bû sedem ku zarok jiyana xwe ji dest bide, civîna çapemeniyê li dar xist.

Endama Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’ê Sevînç Koçak wiha got: “Me di gelek dozan de dît ku faîl ji bêcezatiyê, gotinên û çalakiyên desthilatdariya siyasî hêz digirin.”

Koçak ji bo pêşîgirtina li êrîşên zayendî, daxwazên xwe rêz kirin. Yek ji wan daxwazan jî ev e: “Divê demildest Peymana Stenbolê ku ji bo zarokan belgeyek girîng a parastinê ye, bê vegerandin.”

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî destdirêjiya ku li Zongûldakê li zaroka 2 salî hatî kirin û li navçeya Bismîl a Amedê êrîşa zayendî ya ku ji aliyê erkdarek ê Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê ve li zaroka 16 salî hatî kirin, protesto kir.

Bi vê mebestê li ber avahiya şaxê civîna çapemeniyê lidar xist. Rêvebera Şaxê ya ÎHD’ê Rûmeyse Denîz Kaya bal kişand ku li Tirkiyeyê êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan her sal zêde dibe û got: “Em bûyerên destdirêjiya li hemberî zarokan, bi hêrsek mezin û fikar dişopînin. Bi salan e em bi israr dibêjin ku ev bûyer ne munferît in.”

STENBOL

Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê lidar xist. Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî diyar kir ku faîlên sûcên li hemberî zarok û jinan, hêza xwe ji desthilatdariyê digirin.