Êrîşên li ser Efrînê li Tambov û Göppingenê hatin şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Tambov ê Rûsyayê û bajarê Göppingen ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê û êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar bikin li hev civiyan. Kurdistaniyên ku li ber avahiya Navenda Çanda Kurd li hev civiyan, dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Kujer Erdogan" qîriyan.

Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şamoyan li çalakiyê axivî û got, "Nêzî du meh in dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên terorîst ku hemû hêzên navneteweyî piştgiriya wan dikin, êrîşî Efrînê dikin lê nikarin îradeya gelê Efrînê bişikînin. Divê êdî Rûsya zanibe ku ji Tirkan dost nabe û destê alîkariyê dirêjî Kurdan bike. Em jî weke Kurdên li Rûsyayê dijîn vî tiştî hêvî dikin."

Nûnerên gelên cuda yên dostên Kurdan jî di çalakiyê de axivîn û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

GÖPPINGEN

Li bajarê Göppingen ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li meydana hember şaredariyê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê jinan û şoerşgerên çep ve hate organîzekirin. Qisekeran destek dan berxwedana Efrînê û komkujiyên ku Erdogan dike şermezar kirin.

Çalakger wê her hefte roja Duşemê vê çalakiya xwe bidomînin û ji bo mîtînga hefteya bê wekîla partiya Çep Heike Hänsel vexwendin.