Êrişên faşîzan ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li banliyoya Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Marsîlyayê, ciwanên Kurd daketin qadan û êrişên faşîzan ên dewleta Tirk şermezar kirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li banliyoya Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê li hev kom bûn û êrişên nîjadperestiyê yên li Tirkiyeyê li dijî ciwanên Kurd hatin kirin şermezar kirin.

Çalakî ji bo Bariş Çakan û Emîr Cûra yê ku li Amedê polîsan êşkence lê kirin, hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Heval Bariş namire", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan"     hatin qîrîn. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Faşîzma li Tirkiyeyê rawestîne" hate vekirin û meş piştî deqeyeke rêzgirtinê bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Di meşê de êrişên faşîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Meşê li Belle de Maî'yê dest pê kir.

Di meşê de pankarta bi nivîsa "Li pêşberî êrişên li dijî Kurdan bêdeng nemîne, dest ji qetilkirina Kurdan berdin" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ û TCŞ'ê hatin hildan.

Çalakgeran dirûşmên "Terorîst Erdogan" û "TC a kujer wê hesab bide" qîriyan û xwestin êrişên bi vî rengî tavilê bên astengkirin.