Êrîşên dewleta Tirk li gelek navendan tên protesto kirin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn daketine qadan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê û qetilkirina sivîlan protesto kirin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn daketine qadan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê û qetilkirina sivîlan protesto kirin.
Li Berlînê ji saet 20:00 û pê ve li Hermannplatzê çalakî tê lidarxistin. Li bajarê Bîelefeld jî Kurdistanî wê saet 21:00’an de li pêşiya HBF kom bibin.
Li Bonn jî Kurdistaniyên ku di saet 19:00’an de li pêşiya HBF kombûyî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto dikin.
Li Dûîsburgê saet 19:00, li Dûsseldorfê jî saet di 18:30’an de li pêşiya Studyoya WDR, li Hannover li pêşiya HBF çalakî tên kirin.
Disa ji saet 20:00 û pê ve li Essen, Frankfûrt, Hambûrg û Mannheîmê çalakî hatin destpêkirin.