Êrîşên dewleta Tirk li Ermenistanê hatin şermezarkirin

Kurdên li gundê Derikê yê herêma Elegezê ya Ermenistanê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê ve hate dayin û li mala gundê Derikê pêk hat. Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar axivî û bang li gelê Kurd bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestin.

Rizgar bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û got, "PDK sed sal in destketiyên Kurdan pêşkêş dike. Di xeta hevkariyê de dimeşe; mîna salên 1992 û 1997'an piştgiriyê dide dewleta Tirk a dagirker. Doh Xaneqîn û Kerkûk radest kirin. Îro jî herêmên ku bi hezaran salan Kurd ji êrîşan parastin pêşkêşî dewleta Tirk dike. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Di vê operasyona dagirkeriyê de sivîl tên kuştin. Li aliyê din PDK jî ji bo desteka ji dewleta Tirk a faşîst re gundên li herêmên Xakurkê-Bradostê vala dike, ji mirovan xalî dike."

Rizgar anî ziman, astengiya herî mezin a li pêşiya hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo yekîtiya neteweyî PDK ye û PDK ji bo pêknehatina yekîtiyê çi ji dest tê dike.

Rizgar got, "PDK ku destekê dide faşîzma AKP-MHP a xwînmijê Kurdan, bi polîtîkaya xwe ya teng, hevkariya berjewendîperest destketiyên gelê Kurd dixe nava metirsiyê û ev polîtîka wê zerareke mezin bide gelê Kurd."

Rizgar destnîşan kir, bi navê Kurdên li Ermenistanê ew êrîşên dewleta Tirk a faşîst dagirker û PDK a hevkarê wan şermezar dikin û got, "Ji bo şerê 'birakujiyê' rû nede em bang li Pêşmergeyên Dêrîn û gelê me yê Başûr dikin ku li dijî vê lîstika qirêj bêhtir hay ji xwe hebin û li dijî hevkariya PDK-AKP'ê li ber xwe bidin." Rizgar destnîşan kir, bêdengiya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê tê wateya hevkariya bi komkujiyan re.