Êrîşa li dijî DEM Partiyê hate şermezarkirin: Em bi gel re ne

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê şermezar kir û got: “Em bi têkoşîna demokratîk a gel re ne.”

ÊRÎŞA LI DIJÎ DEM PARTIYÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, êrîşên di 8 û 9’ê nîsanê de li dijî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bêrecûkê şermezar kirin. Di daxuyaniya li ber avahiyê hate dayîn de ji bilî pêkhateyên platformê Hevşaredar Bêrîvan Îlkaya Manas û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniya dowîza “Ji xespa vînê re na” û pankarta “Em birûmeta xwe hene, bi berxwedanê mezin dibin, natirsin, li vir in” hate vekirin de berdevkê demê yê platformê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) yê Rihayê Ferhat Demîr axivî.

Demîr, diyar kir ku li Bêrecûkê gel di 31’ê Adarê de DEM Partî tercih kir û wiha got: “Em li bendê ne ku herkes ji van encamên vîna gel derket holê re rêzê bigire. Em hewldayîna desteserkirina şaredariyê ya komekê an jî kesan ya bi rêya çek û gefê şermezar dikin.”

Demîr, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em weke komên girseyî yên demokratîk diyar dikin ku em li dijî kesên ku hewl didin siyasetê û tercîhên gel bi avaniyên paramîlîter dîzayn bikin in. Em daxwazên xwe yên herî baş ji rêxistina navçeya Bîrecikê, bi taybetî jî ji gelê Bîrecikê re radigihînin; Em dixwazin bê zanîn ku em li cem têkoşîna demokratîk a gelan in.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.