Li Êlihê di nava 5 rojan de 173 kes hatin binçavkirin

Li Êlihê di nava 5 rojan de 56 jê zarok 173 kes hatin binçavkirin û 3 jê zarok 18 kes hatin girtin. 28 kes jî hîna di bin çavan de ne.

Çalakiyên protestoyî yên ji 4’ê Mijdarê ve ji ber desteserkirina Şaredariya Êlihê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin destpêkirin, dewam dikin.

Di navbera 4-8’ê Mijdarê de di çalakiyên protestoyî û serdegirtinên malan de 57 jê zarok 173 kes hatin binçavkirin. 67 kes piştî îfadeyên xwe hatin berdan. 60 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

3 jê zarok 18 kes hatin girtin. 28 kes jî hîna di bin çavan de ne.