Çima mirovatî deyndarê Kevana Zagros-Torosê ya bibereket e?

Di vê çarçoveyê de axa Zagros-Torosê ya bibereket û dêrîn ku wek Kevaneya Bibereket tê nasîn, yekemîn cih û dema şînhatina civakîbûna mirovan e û heta niha jî wekî ku Rêberê Gelê Kurd dibêje mirovatî deyndarê Kevaneya Zagros-Torosê ye.

Gotina “Dîrok ji Sumeriyan dest pê dike” heta radeyekê gotineke rast e. Lê belê dîroka Sumeriyan jî ji wan deveran dest pê dike ku çemên Dîcle û Firatê û şaxên wan jê der dibin. Ev dever Mezopotamyaya Jorîn e. Mezopotamya ji wan deşt û zozanan pêk tê ku dikevin navbera zincîre çiyayên Zagros-Torosê. Sumeriyan deverên bilind wek “Gundiwana” û “Kardiwane” û “Ûrartû” bi nav kiriye, ku tên heman wateyê. Lêkolînên zanistî yên herî dawî nîşan didin ku guncawtirîn şertên cografî yên ji bo şoreşa çandiniyê û kedîkirina yekemîn cureyên ajalan ev dever in.

Ev deverên li jor destpêka yek ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Riha, Dîrok, Nefret û Pîrozî”yê ne.

Rêberê Gelê Kurd ji bo afirandina Kurdê azad têgihîştin û şîrovekirina dîrok û erdnîgariyê ji xwe re kiriye esas. Van rojên dawî belavbûna belgefîlmeke li ser Neanderthalan rastiya têgihîştina Rêberê Gelê Kurd a li ser dîrok û girîngiya Zagrosê zêdetir îsbat dike.

Di rojên bihurî de tîma zanistê ya BBC’yê bi hevkariya şûnwarnasên Zanîngeha Cambridgeyê dokûmanterek weşand. Ev mijar di demeke kin de bû mijareke germ li ser torên civakî û bala gelek kesan kişand. Lê belê ev yek ne hemû mijar e, berevajî, divê em bipirsin di vê dokûmanterê de peyam û mebestên li pişt derxistina rastiya Neanderthalan çi ye û têkiliya wê bi gelê Kurd û axa Zagrosê û bi taybetî bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çi ye?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku nasîna civakekê girêdayî nasîna şert û mercên cografî û dîrokî ye.

Di vê çarçoveyê de axa Zagros-Torosê ya bibereket û dêrîn ku wek Kevaneya Bibereket tê nasîn, yekemîn cih û dema şînhatina civakîbûna mirovan e û heta niha jî wekî ku Rêberê Gelê Kurd dibêje mirovatî deyndarê Kevaneya Zagros-Torosê ye. Lêkolîn di vê erdnîgariyê de bi awayên cuda dewam dikin û dokûmantera “Nihêniya Neanderthalan” nimûneya herî dawî ye.

Di vê dokûmanterê de em geşta Neanderthalan a berfireh dibînin ku heta ku digihîje Şikefta Şanîdarê, di gelek cih û navçe û çiya û deverên cuda re derbas dibe. Di dokûmanterê de bi eşkere tê nîşandan ku tîma şûnwarnasan a Îngilizî hestiyên Neanderthalan dibîne û li gorî lêkolînan temenê wan heta 75 hezar sal berî niha diçe û ji hêla teknolojiya pêşketî ya jîriya çêkirî ve wêneyên wan hatiye kişandin.

Şûnwarnas didin xuyakirin ku jîngeha Şikefta Şanîdarê û ew devera ku tê de cih digire yek ji wan sedemên sereke yên peydabûna Neanderthalan bûye li vê deverê.

Tiştê ku di vir de girîng e ku em behs bikin ew e ku dîroka Zagros-Torosê wê rastiyê nîşan dide ku mirovatiyê ji erdnîgariya Kurdan hewla pêşvebirin û domandina jiyanê daye. Rast e, kesên biyanî ev rastiya dîrokî derxistiye, lê pirsa herî girîng ew e ku Kurd çawa bikarin ji hêla xwe ve vê dîrokê nas bikin û bi awayekî sosyolojîk li mijarê binêrin.

Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, çiqas cihê xemê ye ku ew devera ku cara yekemîn etnîkên xwedî nasname li wir ava bûne, di roja me ya îro de bi awayekî hovane qirkirineke nasnameyî li ser tê çêkirin. 

Di encamê de weke ku Rêberê Gelê Kurd dibêje, tenê bi rêya xebatên şûnwarnasiyê mirov nikare raboriya vê deverê zelal bike. Divê mirov ji biyolojiyê heta fîlolojiyê, ji erdnîgariyê heta sosyolojiyê, ji antropolojiyê heta teolojiyê ji gelek şaxên zanistê sûdê wergire da ku mirov bikare raboriya vê deverê zelal bike.