Li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlamanto ya Herêmê ku ev 2 sal in dihate plankirin bê kirin, careke din hat taloqkirin. Tevî hemû destketiyan jî di nav de statuya herêmê jî heyî, bi rêya hilbijartinan ji bazariyê re hat vekirin, maseyên ku ev nîqaş li ser hatin kirin jî Washington, Enqere, Tehran û Bexda bûn. Tişta ku PDK ji bo rizgarkirina desthilatdariya xwe li ser van maseyan dihêle ji bo gelê herêmê jiyanî ye, lê deriyên ku di nakokiyên PDK û YNK’ê de ji Tehran û Washingtonê re hatin vekirin, nîşaneya geşedanên nû dide.
HILBIJARTIN HAT TALOQKIRIN
Di dema ku hinek geşedan li Iraqê di encama danûstandinên Nêçîrvan Barzanî yên li Tehranê de pêk hatin û ji van a herî berçav biryara rawestandina amadekariyên hilbijartinên parlamentoya herêmê bû ku ji aliyê Bexdayê ve hatibû ragihandin. Tevî ku bi awayekî fermî nehatiye ragihandin jî, ev biryar tê wê wateyê ku hilbijartin bê taloqkirin.
BIRYARÊN DADGEHÊ ÊN DIN JÎ WEKE KU HATIN QEBÛLKIRIN
Biryara nû ya Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê ya der barê amadekariyên hilbijartinan de; di encama îtîraza serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî de pêk hat. Li aliyek ev rewş bi xwe re qonaxeke nû derxist holê, beriya niha hem serokê PDK Mesûd Barzanî hem jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotibûn ku biryarên heman dadgehê li dijî wan hatine dayin, ne rewa ne. PDK; ev biryara han weke "dadgeha Baasê" pênase kir û rastiya ku biryara nû ji aliyê Hewlêr ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin " rewatî" daye biryarên din yên ku ji aliyê dadgehê ve hatine derxistin. Bi awayekî neyekser, biryarên din ên dadgehê jî hatin pejirandin û di nava biryarên mijara gotinê de firotina petrolê û veguhaztina dahatên herêmî ji bo Bexdayê hebû. Îran vê rewşê bi rêya Nêçîrvan Barzanî li ser Hewlêrê dide pejirandin, lê li Tehranê ji bo rizgarkirina desthilatdariya xwe çi dike bazariyê hin hûrgilî hêdî hêdî derdikevin holê.
KEVIRÊN KU JI ALIYÊ TEHRAN VE HATIN LIVANDIN
Îran ku di dirêjahiya pêşketina xwe ya dîrokî de Iraqê mîna baxçeya xwe ya pişt dibîne, ji bo ku şer ji qada xwe dûr bixe, Iraq weke cihê sereke ji bo xwe ku bikar tîne. Li ser vê esasê pirsa "Tehran di berdêla çi de rêya sivikkirina aloziya di navbera Bexda û Hewlêrê de hilbijartiye" di rojevê de hebûna xwe diparêze, sernavên sereke yên mîna hilbijartin, firotina petrola herêmê, nakokiyên li ser Qada Gaza Kormorê û pirsgirêka Kerkûkê derket holê. Tehran a ku dixwest Hewlêr ji eksena Enqerê bêhtir bikeve eksena Bexdayê, di der barê hilbijartinê de biryarek ku Hewlêr û Bexdayê bîna ba hev da derxistin. Li gorî vê yekê, tê payîn hilbijartin bi sîstemeke ji 100 kursî pêk were, di navbera xetên ku kotaya hindikahiyan a ji 11 kursiyan hatiye rakirin wê nîvî be û ev yek di navbera PDK û YNK'ê de bên parvekirin.
GELO YNK Û PDK LI HEV KIRIN?
Hilbijartin wê taloqî kengî bê kirin ew jî mijareke meraqê ye, tê diyarkirin ku alî li ser du vebijêrkan radiwestin. Tê texmînkirin ku ya yekemîn ji bo meha Cotmehê were taloqkirin û ya din jî piştî 2 salan bi hilbijartinên giştî yên Iraqê re bê kirin. Dema ku em bêistikrariya Iraq û Hewlêrê bigirin ber çavan îhtîmala vebijêrka duyem a hilbijartinê kêm xuya dike û dibe ku alî li ser bijardeya yekem lihev bikin. PDK dixwaze hilbijartinan di salvegera referandûma 2017’an de pêk bîne ku di encama israrê de winda kiribû. Ev ji bo YNK’ê jî peyamek e. Bi vê yekê re dixwaze ji YNK’ê re bibêje, ‘We îxanet kiriye.’
SÎNYALÊN KU WÊ KERKÛKÊ JI YNK’Ê RE BÊN HIŞTIN
Taloqkirina hilbijartinan rasterast girêdayî bazariyên li ser Kerkûkê ye. Her ku diçe rewşa ku YNK’ê ji bo girtina walîtiya Kerkûkê bi taloqkirina hilbijartinan razî bûye, bihêztir dibe, ku navê Neşet Şahwêz Xurşîd û Wezîrê Dadê yê niha yê Iraqê Xalid Şiwan ji bo namzetiyê tê belavkirin, vê rewşê piştrast dike. Bi hêviya ku Xurşîd bikaribe li Kerkûkê bi Ereb û Tirkman û Kurdan re wekhev nêz bibe û Şîwan jî li ser daxwaza hukûmeta Sûdanê hatibû pêşniyarkirin. Her wiha hin alî îhtîmal didin ku pêşniyara Şiwan ji aliyê Îranê ve hatiye kirin.
DEWLETA TIRK Û KOMÊN SÛNÎ DIKEVIN TEVGERÊ
Di rastiyê de di pêvajoyeke wiha ku li Kerkûkê rojên pir bi tevger tên jiyîn de, nakokiyên di navbera cotkarên Ereb û Kurd ên gundê Pelkan a herêmê de, di rêze bûyeran de wek tesadufî nayê dîtin. Komên Sunnî û PDK, ku naxwazin Kurd li Kerkûkê bibin xwedî hêz, weke du hêzên sereke ji bo mezinkirina bûyerên ku derdikevin li benda fersendê ne. Beşên girêdayî Tevgera Ezîm ên di bin bandora dewleta Tirk de ye û Xemîs Xençer serkêşiya wê dike, ji bo gelên li Kerkûkê bînin beramberî hev hestên netewperestiyê yên ji serdema BAAS’ê mayî zindî dikin. Bûyerên ku di dema dawî de li Kerkûkê rû dan e jî mirov nikare ji bandora van koman dûr bigire dest.
QADA GAZÊ YA KORMOR GIRÎNG E
Mijareke din a girîng ku li Tehranê tê nîqaşkirin jî, rewşa qadên gazê bi taybetî qada Kormorê li başûrê Kurdistanê û daxwaza hêzên herêmî ji bo serdestiya van çavkaniyên enerjiyê ye. Yek ji depoyên gazê yên herî mezin ên Rojhilata Navîn li vir e, herêma ku 6 parzûngehên sereke yên gaza xwezayî lê hene 5,7 trîlyon metrekup gaza xwezayî dihewîne û ev yek jî bi qasî ji sedî 3’ê gaza xwezayî ya cîhanê ye. Başûrê Kurdistanê; Li gel ku di warê gaza xwezayî de di cîhanê de di rêza 8’an de ye, ji sedî 60’ê vê gazê li herêma Çemçemal a Silêmaniyê ye ku di bin kontrola YNK’ê de ye. Şîrketên gazê ku ji sedî 80’ê elektrîka Başûrê Kurdistanê dabîn dikin, ji aliyê şîrketên Emîriyên Yekbûyî yên Ereb (BAE) ve tên xebitandin. Li aliyê din gaza ku ji Herêma Soran tê derxistin; Pêşî ji bo Kerkûkê, ji Kerkûkê heta Besrayê û piştre jî ji bo hin deverên Kendavê tê îxrackirin.
PÊŞBIRKA DEWLETA TIRK Û ÎRAN JI BO HAKÎMIYETA LI SER QADÊN GAZÊ
Tirkiye mîna di firotina petrolê de hem dixwaze pêdiviyên xwe pêk bîne û hem ji bo gazê bifiroşe Ewropayê, ketiye nava gelek hewldanan. Dema ku hewldanên Tirkiyeyê li hemberî hêzên herêmê din bi encam negirt, PDK dixwaze mîna ku dewleta Tirk li ser wê zext kiriye li hemberî YNK’ê heman rêbazê bikar bîne. Vê rewşê hişt ku Rûsya jî û Îran jî bikeve nava tevgerê, Îranê jî ji bo hişyarkirina van hewldanan êrîşên bi dronan li qada Gaza Kormorê pêk anî. Daxwaza firotina gazê ku yek ji metirsiyên herî bibandor ên Rûsya û Îranê yên li dijî cîhana rojava ye bi rêya Tirkiyê ji bo cîhana derve, ji aliyê hêzên pêwendîdar ve weke sedema şer hate dîtin. Dema ku li ser dewleta Tirk û PDK’ ev hewldan dewam dikir; Tehranê di vê mijarê de ultîmatomek da Barzaniyan û dawî li lêgerîna wan anî.
PETROL MÎNA BERÊ WÊ NEYÊ FIROTIN
Peymana petrolê ya navbera PDK û dewleta Tirk de ku di sala 2013'yan de bi dizî hate îmzekirin, di mehên dawî de di çarçoveya biryarên aboriyê yên Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê de hate betalkirin. Di gel ku yek ji hewldanên sereke yên PDK û Komara Tirk dîsa destpêkirina îxracata petrolê bû, di gelek hevdîtinên veşartî û vekirî de ev mijar hate nîqaşkirin. Di vê mjarê de heta niha ti encam bi dest ve nehatine xistin, lê mîna tê famkirin ev mijar di serdana Tehranê de bi awayekî berfireh hatiye nîqaşkirin û eger Îran petrolê bifiroşe jî ji bilî Bexdayê bijarddeyên din qebûl nake. Her çend Barzanî di hevdîtinê de ev rewş qebûl kir jî, PDK bi temamî dawî li vê lêgerîna xwe neaniye.
DAXWAZA ÎRANÊ JI PDK, JI BO ÎSRAÎLÊ...
Îhtîmala daxwaza Îranê ya ji PDK'ê ku ji aliyê bîyolojîk ve girêdayî Îsraîlê ye, derxistina baregehên Îsraîlê ji Hewlêrê, bi rastiyên li qadê re nabin yek. Tehran a ku di ferqa vê yekê de ye, ji bo pêşî li îhtîmala partiyên Rojhilat bi rêya PDK’ê bikevin bin kontrola Îsraîlê hewl dide tedbîran bigire. Îran a ku di vê mijarê de aliyên têkildar bi tundî hişyar kir, careke din ragihand ku bi rêya PDK ew ê di vê mijarê de bê teredût bin. Hewlêr; Ji aliyekî ve ji bo van hêzan weke amûrek bi kar bîne ji nû ve birêxistin kiriye û ji aliyê din ve jî ji bo tasfiyekirina wan soz daye Îranê.
TEHRAN Û WASHÎNGTON NE BÊ AGAHÎ NE
Ji aliyeke din ve jî rastiya ku di heman roj û saetê de Serokê YNK li Emerîkayê û Nêçîrvan Barzanî jî li Tehranê bûye, diyar dike ku Îran û Emerîka li ser mijarên navborî de xwedî agahî ne. Tê texmînkirin ku hûrgiliyên vê yekê di rojên pêş de li qadê werin nîşandan. Her wiha tê pêşbînîkirin ku biryar û lihevkirinên nû hin kevirên din li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Iraqê bilivînin.