ÇAVDÊRÎ

Çima karmend projeya ‘Hesabê Min’ red dikin?

Biryara rast redkirina projeyê ye. Ji ber ku ev proje wekî şîrketên Adil Mutehîde û Îbrahîm Tatlises û gelek kesên din dê bibe peqikên ser avê.

PROJEYA 'HEJMARÎ MIN'

Bi gotina Hikûmeta Herêma Kurdistanê eger milyonek û sê sed û pêncî hezar karmend hebin û ji her karmendekê 2 hezar pênc sed dînarê Iraqî wergire, wê demê dike sê milyar û sê sed û heftê û pênc milyon dînarê Iraqî ji bo mehekê û ji bo salekê jî dike çil milyar û pênc sed milyon dînar ku ne ji bo berîka Hikûmetê ye, ji bo çend bazirganên bêwîjdan e.

Tunebûna baweriyê bi Hikûmetê wisa kiriye ku gelek karmend projeya “Hesabê Min (Hejmarî Min)” red bikin. Ji ber ku Hikûmetê di nav 33 salan de nekarî baweriyê li ba hemwelatiyan ava bike. Hikûmetê çi kiribe, di çarçoveya bazirganiyê de bûye. Belgeya vê yekê jî ew koşk û avahiyên wan in.

Projeya “Hejmarî Min” ya şîrketekê ye, ne ya Hikûmetê.

Pirsyara esasî ew e ku çima hikûmet dixwaze vê yekê pêk bîne?

Bi boçûna min neft û zengînî û xwîna hemwelatiyên vê herêmê dilopek maye, lewma bicihkirina vê projeyê baştirîn bazirganî ye.

Lewma biryara rast ew e ku ev proje bê redkirin. Çinku ev proje wekî şîrketên Adil Mutehîde û Îbrahîm Tatlises û gelek kesên din dê bibe peqikên ser avê.