Çîçek: Peyama Ocalan ji bo civakê ye

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek got muxatabê peyama Ocalan en desthilatdarî lê hemû beşên civakê ye.

Hevserokê Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) a Stenbolê Cengîz Çîçek têkilî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji hêla Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ve hatî aşkerekirin, axivî.

Çîçek, ku her wiha yek ji parêzerê Ocalan e jî, got, Ocalan ji aliyekî ve li ser mînaka Sûriyê perspektîfa çareseriya pirsa Kurd dide ber dewletan, ji hela dî ve jî, bi mînaka Gandî, dibêje, heke têkoşîna demokratîk bi xeta têkoşîna civakî were berfirehkirin wê serkeftinên mayinde çêbibin.

'MUXATAB NE DESTHILAT, CIVAK E'

Çîçek têkilî peyama Ocalan got, di peymanê de tê xuyakirin ku Ocalan di nav salan de bi qasî serê derziyê ji pozîsyona xwe dûr neketiye, weke ku Ocalan vegotî, vîna çareseriyê kûrtir kiriye. Çîçek got ev ji bo têkoşîna demokratîk a li Tirkiyê vegotina vê ya ji hêla Ocalan ve pir girîg e. Çîçek domand, ''Banga rêzdar Ocalan a li hemû dînamîkên  civakî, li siyaseta demokratîk, hemû derdorên muxalîf ji bo me pir girîng e, pir biqîmet e û ev pêvajo divê were nirxandin.'' Çîçek her wiha got, ''Heke mirov bala xwe bidiyê, sernavê daxuyaniya Rêzdar Ocalan a 6'ê Gulanê ''ji bo raya giştî'' bû. Ev nîşan dide ku li Tirkiyê muxatabê çareseriya pirsa Kurd û meseleya demokratîkbûnê ji desthilatê wêdetir qada civakê û dînamîkên wê nîşan dide.''

'DAXUYANIYÊN OCALAN JI BO TÊKOŞÎNA AZADIYÊ MÎLADEK E'

Çîçek bi berdewamî got Ocalan çareseriya pirsa Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyê ji qada desthilatê derdixîne û hewaleyî qada civakî dike, perspektîfeke wiha dide û got, ''Daxuyaniyên Rêzdar Ocalan ji bo têkoşîna demokrasiya Tirkiyê, mafan û azadiyan mîladek e û biya min divê wiha were dîtin.''

'MESELEYA KURD DI NAV SIYASETA ROJANE DE NIKARE WERE ASÊKIRIN'

Çîçek bi berdewamî got, Ocalan di peyama xwe de bi awawayekî nerasterast dibêje, meseleya Kurd meseleyeke ew çend kûr e ku di nav siyaseta rojane de nikare wer asêkirin û got, ''Ji her hevoka wî ev wate têra xwe derdikeve, helbet ji bo kesên ku dibînin û dixwazin bibînin. Mînak, hilbijartina Stenbolê kî jî bi dest bixe, heke ne bi perspektîfeke demokratîk, ne bi bernameyek wiha be wê tiştek biguhere?''

'ÇARESERIYA LI SÛRIYÊ WÊ LI TIRKIYÊ JÎ BIBE ÇARESERÎ'

Çîçek got, ''Dema ku mirov deklarasyona dawî ya Rêzdar Ocalan a ji bo çareseriya pirsa Kurd û li ser demokratîkbûna Tirkiyê deyne ber xwe, li welêt wê gelek tişt çareser bibin. Mînak, tê destnîşankirin ku çareseriya li Sûriyê wê li Tirkiyê jî bibe çareserî.''

Çîçek got, ''Rêzdar Ocalan dibîne ku neçareseriya li Rojava û Sûriyê diterise Tirkiyê jî, siyaseta li welêt jî hişk dike, dixe nav rewşeke şer, dibe sedema sereke ya krîza aborî û siyasî. Ev ji vê metnê vê fêhm dikin. Têkiliyeke diyalektîk heye; heke meseleya Kurdan a li Sûriyê bêyî yekeretiya xakê tevlê bibe, li ser hîmê xweseriya demokratîk were çareserkriin, bi vegotine dî, heke bi perspektîfa demokrasiya xwecih were çareserkirin, ev ê li Tirkiyê jî mîna pêvajoyeke demokratîk biterise.''

Çîçek her wiha got Ocalan dema ku di diyalektîka çareserî û neçareseriyê de ya ku li Sûriyê û Rojava asê bûye, hewl dide ku çareseriyekê bîne, ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiye jî perspektîfeke çareseriyê datîne û got, ''Bi vê maneyê, pêşniyara hevwelatiya demokratîk, çaerseriya destûrî ya ji bo Sûriyê, ji bo Tirkiyê, Îranê û Iraqê ye jî, tim ev parast.''

Çîçek got, ''Destûra Rojava ji destûra welatên gelekî pêşketî jî pêştir e. Destûra Rojava bixwe jî perspektîfa çareseriyê ya Rêzdar Ocalan têra xwe dide.''

'MUXATABÊ DEKLARASYONÊ NE DEWLET LÊ CIVAK E'

Çîçek bi berdewamî li ser deklarasyona 6'ê Gulanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ''Muxatabê vê yê pêşî, ser wê dikirpînim û dibêjim; ne dewlet û ne jî AKP ye; muxatabê wê yê sereke û pêşî derdorên  civakî û siyasta demokratîk e. ''

''STRATEJIYA ME YA 23'YÊ HEZÎRANÊ WÊ NEGUHERE'

Çîçek got têkçûna tifaqa AKP-MHP'ê ya li Stenbolê ji bo wan, ji hêla siyaseta demokratîk ve pir girîng e û domand, ''Me her carê li ser navê HDP'ê ev got. Bi ser de perspektîfa hilbijartinê ya HDP'ê di demeke wiha kurt de naguhere. Hilbijêrên HDP'ê di demeke wiha kurt de bi deverine dî ve naşemitin. Divê em diyar bikin, em vê pênebaweriya li ser partiya me û hilbijêrên me qebûl nakin. Her wiha em vê jî bibêjin; hilbijartinên Stenbolê ji bo hêzên demokratîk çendî girîng be, ji bo çaerseriya demokratîk a pirsa Kurd jî girîng e. Bi ser de, çendî ku Rêzdar Ocalan bi taybetî dibêje pêvajoyeke mutebeqatê-muzakereyê nîn e jî, hewl tê dayin ku têgihiştinek were çêkirin, weke ku pêvajoyeke wiha hebe''

Çîçek bi domdarî got, ''Bi çarçoweya tifaqa me ya demokrasiyê helbet di hilbijartina Stenbolê de em ê nêzîktêdayin û pozîsyona xwe ya stratejîk bidomînin, ev ê neguhere. Armanca me ya sereke jî ew e ku nêzîkbûna civakî, pevgihîna civakî ya piştî 23'yê Hezîranê veguhere ser têkoşîna domdar a demokrasiyê.''

'OCALAN PÊŞNIYARA TÊKOŞÎNA MEŞRÛ YA CIVAKÎ DIKE''

Çîçek li ser mînaka Gandî ya ku Ocalan di deklarasyonê de dabû, got, ''Rêzdar Ocalan li dijî her cure neqenciya kapîtalîzmê û û lingên wê yên sereke netew-dewlet hildiberînin qutbûneke hiştî, li gel şoreşeke zênî têkoşîneke aqil û giyanê li ser piya dihêle, berxwedana vê rêxistinî dike. Sedema ku mînaka Gandî dayî ev e. Gandî ji hêlekê ve li dijî mêtingeriya Ingilzî hewl dida ku hihqûqa Hindistanê, mafê mirovan û azadiyê ava bike û li hêla dî jî hewl da ku bi çalakiyên bêîtîatiya sivîl xeteke têkoşînê ava bike û bi ser ket. Rêzdar Ocalan jî dema ku behsa welatiya destûrî û yasayî, mafê gerdûnî dike li hêla dî jî xeta têkoşîna meşrû pêşniyarî civakê dike, ya li ser çalakiyên aştî û demokratîk, ku di nav yasayan de sînordar namîne 

'OCALAN DEWLETÊ VEDIXWÎNE SER YASAYÊN XWE'

Çîçek herî dawî got bi du hevdîtinên parêzeran nayê maneya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd rabûye û got, ''Rêzdar Ocalan weke Leyla Guven û girtiyên siyasî daxwaz kirin, di peyama xwe de dewletê vedixwîne ser yasayên xwe.''

'BERXWEDANA DAYIKAN'

Çîçek herî dawî li ser slava Ocalan a ji bo dayikan got, ''Di rewşeke wiha de ku ew qas hêzên demokrasiyê hene, yê ku xwedî li vî karî derketin hema bibêje tenê dayik bûn û ev bi serê xwew rexneyek e li hêzên demokrasiyê. Li ser vê mijarê divê em jî rexnedayina xwe bikin'' Çîçek her wiha got ev berxwedana dayikên çarikspî her wiha asta polîtîk a jinên Kurd nîşan dide. Çîçek got, ''Têkoşîna dayikan nîşan dide ku teoriya azadiya jinê ya Rêzdar Ocalan çendî bi gewde bûye, mezin bûye û di muxalefeta civakî de çendî hatiye qonaxeke girîng. ''