Çîçek: Li dijî faşîzmê divê tifaqên berfireh werin danîn

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Cengîz Çîçek bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk û got, ''Divê em berê xwe bidin tişta ku heta niha bi rengekî ku têr bike nehatiye kirin. Ew jî ew e ku li dijî faşîzmê em bikaribin tifaqên berfireh ava bikin.''

Endamê LRN'ê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parêzer Cengîz Çîçek got, HDP karî bûye ku bibe 'Partiya Rêya Sêyan'', sedema êrîşan jî ev serkeftin e.

Çîçek diyar kir divê zext were danîn û got, ''Serdema pêş me divê li dijî faşîzmê tifaqa herî mezin were danîn.'' Çîçek her wiha diyar kir berxwedana demokratîk û yekîtî li dijî desthilatê wê bi ser bikeve.

Çîçek diyar kir ji roja ku ava bûyî heta niha li gel êrîşên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li ser HDP'ê jî bi ser ketiye ku bibe siyaseta rêy sêyan bike û got HDP li dijî du hegemonyayên ku xwe li ser netewayatî û milliyetgiriya îslamî ava kirine bûye, ,''Vebijêrka demokrasî û azadiyê ya hemû derdorên civakî yên ku li derve hatine hiştin li ser hev kom kirine û bûye Partiya Rêya Sêyan. Ev vebijêrka azadîxwaz, hê jî geş dibe û di ber berjewendiya hêzên civakî de kirdeya polîtîk e ku herî nêzîkî avakirina hegemonyaya dijber e. Bingehê êrîşên li ser partiya me ev rastî ye.''

Çîçek derheqê êrîşên li ser HDP'ê got, ''Gavên siyasî û hiqûqî yên li ser HDP'ê yên ji bo tasfiyekirinê bi amûrên wiha yên şerê taybet hate rêvebirin, di qonaxa berdest de zor li hiqûqa Ewropayê jî dike. Ev rewşa êrîşkariya şîzofrenîk, kir ku Tirkiye ji peymanên navnetewî û binpariyên navnetewî roj bi roj dûr bikeve û li van zemînan hebûna wê bikeve ber pirsan.''

Çîçek bi berdewamî diyar kir yek ji hedefa sereke ya doza Kobanê ew e ku dînamîkên civakî ku li nav HDP'ê bi gewde bûne, weke beriya dema Komarê û demên wê yên pêşî, werin tasfiyekirin.

Çîçek bi berdewamî got, ''Di navbeyna HDP'ê de ku bi rengekî sirûştî de hewcehiyên civakî kiriye navenda polîtîkaya xwe de û siyaseta xwe ji vir ava dike û desthilata AKP/MHP'ê de ku ji hêla dîrokî ve li ser dijberiya civakê hewl dide hegemonyaya xwe ya siyasî ava bike, navê dijberîhevbûna siyasî ye dosyaya Kobanê.''

Çîçek her wiha diyar kir doza Kobanê ne tenê doza HDP'ê û HDP'yiyan e, ya hemû dijberên faşîzmê, dilxwazên heq û azadiyan, kedkaran, jinan, ekolojîst, dmeokrat û ciwanan e, AKP-MHP xwe li ber dijberiya van nirxan dixwaze ava bike û got,''Ji ber vê, dosyaya Kobanê azmûneke dîrokî ye ku wê dahatıya me ya demokratîk diyar bike.''

Endamê LRN'yê ya HDP'ê Çîçek got bi doza Kobanê re ya ku tê darizandin têkoşîna siyasî ya Kurd e û bi vê tê xwestin, ''Vîna rêxistinî ya gelê Kurd were şikandin.''

Çîçek wiha domand: ''Dema ku mirov li naveroka îdîanameya dozê dinere, em dibînin ku siyaseta aştiya civakî tê darizandin ku ev yek ji hedefa polîtîkayên tecrîda Imraliyê ye ku bûye nasnameya polîtîk a gelê Kurd. Mekanîna darbeyê ku Ocalan di nav salan de tim hişyariya wê dide, mohra xwe li giyanê vê dosyayê daye. Ev doz navekî dî yê polîtîkaya şer tê maneya gelê Kurd ji hêla siyasî û çandî ve werin qirkirin.''


Têkilî nîqaşa li ser girtina HDP'ê Çîçek got, ''Reşkirinên medyaya desthilatê, antîpropagandayên ku di ser girseyên anîne ber avahiyên bajêr ên HDP'ê rê ve dibin, rêbazên wiha yên şerê taybet nîşan dide ku aqilekî ji girtinê wêdetir sazkar e. Xwediyê vî aqilî û rêveberiya vî aqilî AKP ye.

Bi domdarî li ser armanca êrîşên li ser partiya wan Çîçek diyar kir mijar ji girtinê wêdetir e û domand, ''Hedefa sereke ya êrîşên li ser partiya me ew e ku dixwazin têgihiştina, ''HDP deryasayî ye, rêveberên wê deryasayî ye, pêkhateyên wê deryasayî ne'', bi vê dixwazin HDP li derî lîstikê bihêlin, weke hêzeke derve li wir bihêlin. 

Çîçek wiha domand: ''Dema avakirina rejîma Kemalîst de rola ku Dadgehên Îstîklalê pê rabûyî, dema avakirina rejîma faşîst de îro doza Kobanê bi vê rolê radibe. Hê 1923'an tasfiyekirina vebijêrka demokratîkirina Komarê, sed sal bi Tirkiyê û Kurdistanê da windakirin. Niha divê em bi wê bîreweriyê bin ku rîskeke hevşib heye. Tişta ku di rabirduyê de nehatî biserxistin divê îro em karibin bi ser bixin.''


Li ser têkoşîna dema bê ya HDP'ê endamê LRN'ê parêzer Cengîz Çîçek got, ''Ji niha û pê de divê em berê xwe bidin tişta ku heta niha bi rengekî ku têr bike nehatiye kirin. Ew jî ew e ku li dijî faşîzmê em bikaribin tifaqên berfireh ava bikin. Dema ku tifaqên herî berfireh, hevkarî, tifaq hatîn danîn wê qîmet, giranî û hêza gotinê jî çêbibe. Bi qasî ku em karibin yekîtiyên herî berfireh ên girseyî ava bikin û van çalak bikin em dikarin li ser desthilatê zextê bikin û hegemonyaya dijber ava bikin. Divê em avakirina vê hegemonyaya dijber bi teqezî li navenda têkoşîna heq, hiqûq û azadiyê deynin.''