Çîçek êdî kes wê qîma xwe bi peyama ''Ocalan sax e'' neyîne
Parêzerê Ocalan Cengîz Çîçek nebihîstyariya li bara grevên birçîbûnê rexne kir, got divê bi lezgînî dawî li rewşa xwenebihistîkirinê were.
Parêzerê Ocalan Cengîz Çîçek nebihîstyariya li bara grevên birçîbûnê rexne kir, got divê bi lezgînî dawî li rewşa xwenebihistîkirinê were.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevserokê Bajêr ê Stenbolê yê HDP'ê Cengîz Çîçek got peyma Leyla Guven û girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîdê zelal e û êdî kes wê qîma xwe tenê bi peyama Ocalan sax e, neyîne.
Çîçek got hevdîtina ku 12'ê Çile li Imraliyê pêk hatî, nîşan daye bê ka dewlet çendî ji pozîsyona deryasabûnê derketiye, hema li pişt hevdîtinê, serî li Wezaretê Dadê dane, serlêdana wan nehatiye qebûlkirin û ev bersiv jî deryasayîbûna domdar diçespîne. Çîçek got Ocalan ev 20 sal in nikare mafên xwe yên yasayî bi cih bîne, hevdîtina dawî kirine dawiya heftiyê, ku ev li ti girtîgehan nehatiye dîtin û ev jî bi rengekî zelal deryasabûnê nîşan dide û her wiha nîşan dide bê ka grevên birçîbûnê ji hêla polîtîk ve çendî zor li dewletê kirine.
'EV MIELEME NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Çîçek got dewlet polîtîkayên li Imraliyê li ser pêdiviyên xwe yên polîtîk biteşe dike, mafên yasayî nade lê dema ku bi milyonan gel li dor Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asê dibe hevdîtinekê bi malbatê re didin kirin, ''Ji gelan re, ji me re dibêje, binerin sax e, memeleya zarokan, miemeyal ehmeqên polîtîk bi me dike. Ev nayê qebûlkirin.''
Çîçek got peyama Leyla Guven û girtiyên siyasî di vê mijarê de kurt û zelal e û got, tenê bi peyama Ocalan sax e, wê qîma xwe neyînin, gotina Ocalan, ''Ez li vir her roj; her saniye mehekûmekî îdamê yê li zemên berbelavkirî me'' bi bîr xist û got, dewlet bi salan e di şexsê Ocalan de, li ser têkoşîna polîtîk a ku ew temsîla wê dike û li ser gelê Kurd konsepta, ''ez ê we ne bikujim û ne jî bidim jiyîm, ez ê we di ber qirqila ruh de bihêlim.''
'DIVÊ PEYAMA 'DIJÎM, SAX IM' BAŞ WERE XWENDIN'
Çîçek bi domdarî got, ''Peyama Rêzdar Ocalan a ku di ser birayê xwe re dayî, ''ez dijîm, tenduristiya min baş e'' nîşan dide bê ka li dijî polîtîkayên tecrîd û tinekirinê li kûderê disekine. Bi qutebirî gotiye polîtîkayên qirker û deryasayî yên dewletê qebûl nake.
Rêzdar Oalan jixwe gelek caran diyar kiriye ku mesele ne tendiristiya wî, hebûna wî ye, diyar kiriye ku ew ji bo hesanîkirina meseleya Kurd divê bi rista xwe rabe. Dêhaya polîtîk û formulasyona Ocalan, hakimbûna wî ya li ser girseyan û rêxistinê, her wiha ji bo Komara Tirkiyê û çareseriya meseleya Kurd şansek e. We ev siûd baş nexebitand. Heke hûn aktorekî ew çend diyarker li hundir û li derve bi 'dijî û sax e' tespît dikin û dihonin, heqareta herî mezin û neheqiya herî mezin hûn li xwe dikin.''
'OCALAN JEHRKUJA FAŞÎZMÊ YE'
Çîçek got pêvajoya şer a ji nebûna Ocalan çêbûye hêviya azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyê dikuje û got, ''Îro AKP ne tenê li ser Rêzdar Ocala û nirxên siyasî yên ku ew temsîla wê dike, li ser tevahiya civakê xwekuştinê ferz dike. Faşîzm tiştekî wiha ye û Ocalan jî jehrkuja vê faşîzmê ye.''
'RABÛNA TECRÎDÊ RABÛNA TECRÎDÊ YA SIYASÎ, ABORÎ YE'
Çîçek got tecrîda li ser Ocalan ne tenê Kurdan, hemû beşên civakî yên li Tirkiyê têkildar dike, serkeftineke li dijî tecrîdê wê serkeftina demokrasî û azadiyê be û got, ''Rabûna tecrîda mitleq tê maneya rabûna krîzên aborî, siyasî.''
Çîçek got polîtîkayeke bêyî Ocalan, muxalefeteke demokratîk a bêyî Oclan polîtîka û muxalefeteke ji her derê xwe ve şeht e û jirêderketî ye.
Çîçek got ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ku ev 76 roj in didome heke têra xwe derneketibe ev ji ber atmosfera tirsê ye ya ku AKP'ê ava kiriye.
'TÊKOŞÎNA DIJÎ TECRÎDE JI BO TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ HILMEK E'
Çîçek bi domdarî got, ''Têkoşîna li dijî tecrîda mitleq a li ser Ocalan her wiha ji bo têkoşîna demokratîk û azadiyê dibe hilmek, tê maneya normalîzebûna Tirkiyê. Em parastina normalîzebûna Tirkiyê dikin, em dewleteke anormanl naxwazin. Em dewleteke ku derketî derveyî yasayên xwe, dewleteke bûyî korsan naxwazin. Zemîna ku em lê ne pir meşrû ye, ev zemîn dewletê jî vedixwîne ser zemîna yasayê.''
'TÊKOŞÎNA DIJÎ TECRÎDÊ WÊ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê BI PAŞ BIXE'
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek herî dawî got, ''Bi lezgînî divê em xwe ji vê rewşa nebihstinê xilas bikin. Divê neyê jibîrkirin, dûrmana ji nirxên ev çend însanî û ji van daxwaza her wiha destpêka şikestina polîtîk e. Dewlet a ku wiha li bara greva birçîbûnê sersar e, belkî vê şikestina polîtîk armanc dike. Ji bo vê jî, dibe ku em rêbaza greva birçîbûnê ya ku di dest girtiyên siyasî de tekane çeka polîtîk e rast nebînin, lê li şûna ku çalakgerên greva birçîbûnê werin rexnekirin, divê em teknîka rêvebriya dewletê ku neçar hiştine ku heval serî li vê rêbazê bidin rexne bikin. Peywira şoreşgerî vê hewce dike. Ne tenê bi têkoşîna hilbijartina xwecih, bi têkoşîna civakî û siyasî ya li dijî tecrîda mitleq a li ser Rêzdar Oclan faşîzma AKP-MHP'ê wê bi paş ve were xistin.''