Çeteyên li Îdlîbê: Erdogan em firot

Çeteyên Tirkiyeyê yên li Îdlîbê dest bi mikurhatinên ‘Erdogan em firotin’ kirin.

Bi belgeyan derketibû holê ku çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê yên ku di şerê navxweyî yên Sûriyeyê de cih girtibûn, gelek ji wan girêdayî Tirkiyeyê bûne û ji bo perwerdekirin, lojîstik, cebilxaneyan jî Riha, Dîlok û Hatay di serî de, li gelek bajaran mane. Belgeyên derbarê çeteyan hatibûn desteserkirin û mikurhatinên wan ev tişt diyar kiribû.

Bi peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê re, operasyona li ser çeteyên li Îdlîbê rê li ber vî tiştî vekir ku çete gazî hevalbendên xwe bikin. Çeteyan dest bi têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re kirin û li xwe mikur hatin.

‘ERDOGAN BI PEREYAN EM XAPAND’

Di qeydeke deng de ya ku tê texmînkirin ev çete li Îdlîbê ye, têkiliya Erdogan a bi çeteyan re tê diyarkirin.

Di qeyda deng de ev tişt tê gotin: “Li Hama, Humus, Xûta, Helebê Erdogan bi hinek pere, goşt û mirîşkan em xapand û em anî Îdlîbê. Niha jî li Îdlîbê wê me bifiroşe. Berê di navbera me û Kurdan de tu kêşe tunebû. Em û Kurd dost û birayên hev bûn. Lê Erdogan em kirin dijminê hev. Kurd niha li Sûriye û li hemberî me çi bikin, mafê wan e. Em ne xerîbê van polîtîkayên Erdogan in. Polîtîkaya Osmaniyan a 400 salan, niha jî Erdogan dixwaze bidomîne.”

‘BAWERIYÊ BI TIRKAN NEYNÎN’

Di dawiya qeyda deng de çete poşmaniya xwe diyar dike û dibêje ku ‘Tu carî baweriyê bi Tirkan neynin. Ji ber ku Tirk ji Ereban re dibêjin ‘hûn pîs’in.”