Çeteyên Erdogan êrîşî wekîlê Partiya Çep kirin!

Parlamenterê Partiya Çep ê Eyaletê Hakan Taş, li paytexta Elmanya Berlînê bû hedefa êrîşeke faşîst. Taş ku bi rexneyên xwe yên li dijî rejîma Erdogan tê naskirin got, 'êrîşkar bi Tirkî dikir qîrînî û jê re digot 'xayinê welêt'.

Parlamenterê Eyaleta Berlînê yê ji Partiya Çep (Dîe Lînke) Hakan Taş pêr bû hedefa êrîşekê. Taş, dema ku li taxa Kreûzberg a Berlînê digeriya, kesekî bi Tirkî jê re got 'xayinê welêt' û êrîşî wî kir. Ji ber vê êrîşê Taş ji serê xwe birîndar bû.

Taş diyar kir ku êrîşkar kulmek li wî daye û piştre reviya ye. Taş li dû êrîşê gilî kir. Polîsên Elman piştî êrîşê lêpirsîn vekir. Taş jî duh di ser hesabên xwe yên medya civakî re daxuyanî da û got, "Ji ber êrîşên bi vî rengî ez ê ti carî dest ji karên xwe yên siyasî û nasnameya xwe bernedim."

Taş ku nasnameya xwe LGBTÎ venaşêre û di çapemeniya Elman de bi rexneyên xwe yên li dijî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tê naskirin, anî ziman ku ew ji êrîşên bi vî rengî natirse. Taş got, ligel êrîşê jî ji bo şopandina rûniştinên dozên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ew ê biçe Tirkiyeyê.

POLÎSAN JI SALA 2016'AN Û VIR VE TAŞ NEDIPARASTIN

Taş ku ji sala 2011'ê û vir ve endamê meclîsa eyaleta Berlînê ye, gelek caran ji faşîstên Tirk û Îslamiyên radîkal gefên kuştinê xwar. Taş ragihand ku sala 2017'an bi giştî sê caran gefa mirinê lê hatiye xwarin.

Polîsên Elman ku sê salan parazvanê nêz da Taş, ji sala 2016'an û vir ve parêzvan nade wî. Polîsan sedema vê yekê jî wiha ragihandin: "Ti xeterî li ser jiyana Taş nîne." Polîsên Berlînê ku piştî êrîşa duh hat rexnekirin, bêdeng in.

Bi taybetî, piştî ku pêşnûmeya li ser qirkirina Ermeniyan di Hezîrana 2016'an de ji laiyê Meclîsa Federal a Elman ve hate qebûlkirin, wekîlên Elman ên bi eslê xwe ji Tirkiyeyê, yekser ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hedef hatibûn nîşandan. Yek ji wan jî lîderê Partiya Keskan Cem Ozdemîr e. Erdogan der barê Ozdemîr de ev gotina nîjadperestî anîbû ziman: "Divê mirov bi testa xwînê Tirkbûna Ozdemîr kontrol bikin."

Dewleta Elman, çeteyên bi rejîma Erdogan re dixebitin, ji nedîtî ve tê. ANF'ê çend roj berê çeteyeke din a Tirk a ku xwe li başûrê Elmanyayê bi rêxistin kiriye, kifş kiribû.