Çeteyên DAÎŞ'ê li Mûsil û Kerkûkê 10 kes kuştin
Çeteyên DAÎŞ'ê ku bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê re bêhn hate ber, li Mûsil û Kerkûkê herî kêm 10 kes kuştin.
Çeteyên DAÎŞ'ê ku bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê re bêhn hate ber, li Mûsil û Kerkûkê herî kêm 10 kes kuştin.
Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî yên Iraqê ve hatin dayin, li bajarokên Şirkat ê Mûsilê û Nijana ya Kerkûkê çeteyan êrîş kirin.
Êrîşa li Mûsilê li dijî eşîreke Sûnî, ya li Kerkûkê jî li dijî wezîfedarekî leşkerî û malbata wî yên Şîa hate kirin. Tê gotin, herî kêm 10 kes ji ber van êrîşan mirine.
Li gorî agahiyan, di nava kesên li Kerkûkê hatine kuştin de jineke ducanî û du zarokên wê hene. Êrîş li ser rêya Bexdayê li bendeke kontrolê hate kirin.
Çeteyên DAÎŞ'ê piştî êrîşê reviyan herêma çiyayî ya bi navê Hemrîn.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên bi berdêla pereyan şer dikin êrîşî Efrînê kirin, êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Iraqê zêde bûn.