Çelîk ê HDP'î û wekîlên Ewropayî: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk ji welatên Ewropayê xwest ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Wekîlên Swêdî jî xwestin, tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk li paytexta Swêd Stockholmê tevî du semîner û konferansan bû. Çelîk stratejiya HDP'ê ya hilblijartinê, komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nirxand.

Çelîk li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî da beşdarên civînan.

BI PARLAMENTER Û RÊVEBERÊN ŞAREDARIYIÊ RE HEVDÎTIN KIR

Çelîk li aliyê din jî hewldanên xwe yên dîplomatîk didomîne. Pêr bi Parlamentera Yekîtiya Ewropayê ya Partiya Çep Malin Bjork re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtina bi rêveberên Şaredariya Sigtuna ya Stockholmê, bi Asûrî-Suryaniyên li Swêdê re rûnişt. Piştî nîvro jî bi Parlamenterê Sosyal Demokrat a Karker û Endamê Komîsyona Derve ya Parlamentê Anders Osterberg û Kadîr Kasirga re hevdîtin kir.

Piştre li ser vexwendinê çû Navenda Giştî ya Partiya Çep û bi parlamenter û rêveberên partiyê re civînek pêk anî.

Çelîk rewşa niha ya Tirkiyeyê şiband dema desthilatdariya Hitler û got, "Hitler xwedî qanûnan bû ku diviyabû li gorî wan tevbigere. Lê belê hikumeta AKP'ê dema li gorî xwe nabîne ti qanûnan bi cih nîne."

'DAXUYANIYÊN HIKUMETÊ YÊN LI SER TECRÎDÊ SAMÎMÎ NÎNE'

Çelîk anî ziman, rîsk heye ku bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin û got, "Yekane tişta ku girtî dixwazin ew e ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevbigere û destûr bê dayin ku Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne."

Çelîk bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ên li ser bidawîbûna qedexeya hevdîtinê û diyar kir, tevî vê yekê jî daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hate redkirin.

Çelîk destnîşan kir, daxuyaniyên rayedaran ên li ser tecrîdê samîmî nînin.

Çelîk bêdengiya welatên Ewropayê û Swêdê ya li pêşberî grevên birçîbûnê rexne kir û got, berî ku mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin divê Yekîtiya Ewropa zextê li dewleta Tirk bike ku tecrîd bi dawî bibe.

Piştre Çelîk û heyeta ji Kurd û Suryanan, li navenda Partiya Çep bi parlamenter Daniel Riazat û Lorena Delgado Varas re hevdîtin kirin. Tûma Çelîk û parlamenterên pê re hevdîtin kirin ji ANF'ê re axivîn.

KASIRGA: BILA TIRKIYE QANÛNÊN XWE BI CIH BÎNE, TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Ji parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat a Karkeran Anders Osterberg û Kadîr Kasirga diyar kirin ku HDP partiya dostê wan e û wê piştgiriya xwe ya ji bo çalakgerên greva birçîbûnê bidomînin.

Kasirga ji Tirkiyeyê xwest ku li gorî qanûnên xwe tevbigere û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bike. Soderberg jî destnîşan kir, di hilbijartinên 23'ê Hezîranê de wê mûxalefet bi dengekî xurt bi ser bikeve.

RIAZAT: GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DI ROJEVA ME DE NE

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Riazat diyar kir ku hevdîtina wan erênî bû û anî ziman, ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin ew hewl didin.

Riazat ji bo çalakgerên greva birçîbûnê got, "Hûn ew leheng in ku ji bo demokrasiyê canê xwe feda dikin. Em ti carî naxwazin ku zerar li we bibe. Lewma hêvî dikim ku hîn bêhtir mirov xwedî li doza we derkevin û ji bo qebûlkirina daxwazên we bikevin nava liv û tevgerê."