Çawîşê pispor întixar kir, hatiye kuştin an jî çi bi sera hatiye?

Çapemeniya Tirk li ser mirina çawîşê pispor Ûfûk Kaşikçi li hev nekirin. Li gorî Starê li malê mirî hatiye dîtin, li gorî Hurryetê jî ji mala xwe bi qasî 100 metreyî dûr guleyek li serî ketî hatiye dîtin.

Li gorî Rojnameya Star a girêdayî rejîma AKP’ê jendermeyê çawîşê pispor Ûfûk Kaşikçi (24) li navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê li mala bi guleya tebancê ya li serî ketî hatiye dîtin. Rojname li ser gumana ku întixar kiriye rawestiya.

Rojnameya Star li ser mirina çawîşê pispor çîrokek jî nivîsand. Li gorî vê çîrokê, xizmên wan ên agahî ji çawîşê pispor negirtin, berê xwe dane malê û bi awayekî gule li serî ketî dîtine. Diyar kir ku çawîşê pispor ê gule li serî ketî rakirine nexweşxaneyê û tevî hemû mudaxeleyan nehatiye rizgarkirin.

HINEK DEREWAN DIKE YAN HEM DEREW DIKIN!

Rojnameya Hurryetê jî tişte pir cuda nivîsand. Li gorî ‘agahiyên’ cuda yên rojnemayê bi dest xist, Ûfûk Kaşiçi ji mala xwe bi qasî 100 metreyan guleye ji serî ketî hatiye dîtin. Li gorî vê agahiyê, çawîşê pispor radikin nexweşxaneyê û li vir tevî hemû mudaxeleyan nayê rizgarkirin.

Li gorî nûçeya Hurryetê ya ku bûyer bi qasî 100 metreyan ji malê dûr qewimî, li gorî agahiyên ji Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê daye. Li gorî van agahiyan; “Bûyer li Taxa Bulbul a çawîşê pispor Ûfûk Kaşikçi li mala ku tenê lê dijiya pêk hatiye. Li ser bihîstina dengê guleyê welatî berê xwe dane cihê bûyerê çawîşê pispor Ûfûk Kaşikçi li erdê dirêjkirî dîtine.”

Li gorî rojnameya Starê ‘Xizmên ku agahî jê negirtine berê xwe dane malê’ li gorî agahiya Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê jî; “Bi bihîstina dengê guleyê re welatiyên herêmê çûne cihê bûyerê.”

Têkildarî mirina Kaşikçi ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Tirkiye yek ji welatê ku herî zêde di mirina bi guman a leşkeran de di rêza pêş de cih digire.Her wiha dewleta Tirk ji ber veşartina mirina leşekrên xwe ya dişer de jî tim tim dikeve rojevê. Ji ber ku çapemeniya Tirk di bin kontrola rejîma AKP’ê de ye, piranî kuştinên leşkeran cihê xwe di raya giştî de nagire yan jî mirina wan tê manîpulekirin.