'Çareserî di berxwedana gel de ye ku xwe di xeta Apoyî de birêxistin kiriye
Hejmara 518'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Çareserî di berxwedana gelên ku xwe di xeta Apoyî de birêxistinkirine de ye’ hate weşandin.
Hejmara 518'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta 'Çareserî di berxwedana gelên ku xwe di xeta Apoyî de birêxistinkirine de ye’ hate weşandin.
Di vê hejmarê de beşa yekemîn a rêzenivîsên bi sernavê "Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Modernîteya Demokratîk", ku ji pirtûka Rêber Apo ya pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk hat wergirtin, hat weşandin. Di nivîsê de tê gotin ku netew-dewletên li Rojhilata Navîn weke saziyên ajan ên ji çanda herêmê biyanî man e, her tim nakokî jiyan e. Her wiha tê destnîşankirin ku ev dewletên ku nikarin ji pirsgirêkên civakî re çareserî peyda bikin, her ku diçe bêbandor dibin. Her wiha tê gotin ku her çend di destpêkê de bi kapîtalîzma dewletê hewl dane xwe rewa bikin jî, bi demê re bûne pêkhateyên antîdemokratîk û dij-civakî.
RASTIYA RÊ Û ŞOREŞA AZADIYÊ
Alî Haydar Kaytan di nivîsa xwe ya ku di hejmara 518’an de hatiye weşandin, di beşa yekem a nivîsa xwe ya bi sernavê “Rastiya Rê û Şoreşa Azadiyê” de behsa pêvajoya çêbûna mirovahiyê û çawaniya hevgirtina vê pêvajoyê bi lêgerîna mirov a ji bo dîtina rêya xwe dike. Kaytan, diyar dike ku rê bi hebûna mirovahiyê ve girêdayî ye û destnîşan dike ku rêya mirovahiya rast tenê yek e û mirovahî li ser vê rêyê dimeşe. Her wiha diyar dike ku peywira mirov e ku vê rêyê bibîne, tevlî wê bibe û bi pêş ve biçe.
PEYMANA SYKES-PÎCOT TÊK ÇÛYE, POLÎTÎYA ÎNKAR-TÊKIRINÊ TÊK ÇÛYE
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû, jî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Peymana Sykes-Picot têk çûye, polîtîkaya înkar-îmhayê têk çûye" de diyar dike ku kapîtalîzm rejîmeke şerê mayînde ye. Di nivîsê de mijarên wekî şerê enerjiyê, nakokiyên stratejîk ên li Rojhilata Navîn, rola Îsraîl, berfirehbûna faşîzmê û pêwîstiya demokratîkbûna Îranê cih digirin. Karasû, destnîşan kir ku hilweşîna Sykes-Picot hevsengiyên herêmî guhert û dê guhertinên esasî li ser Tirkiyê ferz bike.
Karasû, di nivîsa xwe de qala hevdîtinên heyeta Îmraliyê dike û destnîşan dike ku xeta çareseriya demokratîk a Rêber Apo bi pêş xistiye, yek ji dînamîkên bingehîn e ku wê Rojhilata Navîn demokratîk bike.
RAST FÊMKIRINA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ, RAST FÊMKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di nivîsa xwe ya bi sernavê "Rast fêhmkirina Komploya Navneteweyî rast fêhmkirina pirsgirêka Kurd e" de destnîşan dike ku tecrîd encax li ser bingeha berxwedanê dikare bê şikandin. Kalkan, diyar dike ku ji bo Rêber Apo bi awayekî azad bikaribe xebatên xwe bimeşîne divê şert û mercên guncav bên avakirin û got ku zihniyet û politikaya qirkirinê ya ku sedsal in li ser Kurtan tê meşandin wê bêencam be.
AZADIYA JINÊ BI TÊKBIRINA SÎSTEMA ÎMRALIYÊ RE PÊKAN E
Koordînasyona PAJK'ê di nivîsa xwe ya bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî de, gavên ku Rêber Apo ji bo têkbirina komployê avêtine girt dest. Di nivîsê de hat gotin, "Rêber Apo ragihand ku ew ê di sedsala 21'an de bi pêngaveke ji nû ve avakirina hawîrdora siyaseta demokratîk bersivê bidin komployê." Di nivîsê de hat destnîşankirin ku ev pêvajo bi saya berxwedana mezin a Rêber Apo, têkoşîna civakî ya bi pêşengiya jinan û xurtbûna gerîlayên Kurdistanê, pêk hat.
EM ROJA QIRKIRINA KURDAN VEGUHERÎNIN ROJA AZADIYÊ
Evîndar Ararat, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Em Roja Qirkirina Kurdan Veguherînin Roja Azadiyê” de diyar dike ku gelê Kurd di têkoşîna xwe ya 50 salî de berdêlên giran dane û ji gelên Rojhilata Navîn re mîraseke bêhempa ya têkoşînê hiştiye. Ararat, destnîşan kir ku Rêber Apo li dijî polîtîkayên şer ên hêzên serdest dixwaze li ser navê gel û jinan modela çareseriya demokratîk û siyasî pêş bixe.
Hejmara 518'an a Serxwebûn bi analîzên xwe yên li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û pêşketinên li Rojhilata Navîn perspektîfeke girîng pêşkêş dike.