Çar mehên dawî nêzî milyonek kes li nava Sûriyeyê koçber bûn

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, di çar mehên destpêkê yên sala 2018'an de zêdeyî 920 hezar kes neçar man li nava Sûriyeyê koçber bibin.

Koordînatorê NY ê ji Alîkariya Însanî ya ji bo Sûriyeyê berpirsyar Panos Moumtzis got, "Li Sûriyeyê koçberiyeke zêde ya navxweyî heye. Ji meha Çileyê heta meha Nîsanê zêdeyî 920 hezar kesên din koçber bûn."

Moumtzis li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Ji destpêka şer û vir ve cara yekê ye ku di demeke ewqasî kin de koçberiyeke ewqasî zêde rû dide."

Tê texmînkirin, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku 7 sal in didome, ji 350 hezar heta 500 hezar kes mirine.

Nifûsa Sûriyeyê beriya şer 23 milyon bû, lê belê nîvê wan ji ber şer neçar man cih û warên xwe biterikînin.

Bêkariya li Sûriyeyê rêjeya 60 ji sedî derbas kir û nêzî 80 ji sedî yê malbatan di nava rewşeke xizan de dijîn.