Çar girtî bi lez û bez hatin sirgûnkirin

Girtiyên bi navê Mehmet Aytûnç Altay, Hasan Yildiz, Suat Încedere û Eren Yildiz ên li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'ê di heman hucreyê de bûn, duh nîvê şevê bi lez û bez sirgûnî girtîgehine din hatine kirin.

Hat hînbûn ku girtiyên bi navê Mehmet Aytûnç Altay, Hasan Yildiz, Suat Încedere û Eren Yildiz ên li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'ê di heman hucreyê de bûn, duh nîvê şevê bi lez û bez sirgûnî girtîgehine din hatine kirin. Ji girtiyên hatine sirgûnkirin Mehmet Aytûnç Altay sirgûnî Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F ya Hejmara 2'yan, Hasan Yildiz sirgûnî Girtîgeha Kiriklar a Tîpa F a Hejmara 1'ê, Eren Yildiz sirgûnî Girtîgeha Antalyayê û Suat Încedere jî sirgûnî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa F'yê hatiye kirin.

Parêzer Gulîzar Tûncer, wasiya Eren Yildiz, diyar kir ku tu daxwazeke girtiyan a ji bo girtîgehine din tune bûye û got: "Her çar girtiyên sirgûnkirî di heman hucreyê de diman. Hefteya borî avêtine ser hucreyê. Di avêtina ser hucreya wan de hemû eşyayên wan hatin belawelakirin, nîşeyên wan û pirtûkên wan hatine desteserkirin. Her çar girtî nêzî 30 sal in girtî ne. Dadgehkirina wan qediyaye, cezayên wan teqez bûye û êdî ne mecbûr in li cihê ku lê dihatin dadgehkirin bin. Van kesan naşînin cihên nêzî malbatên wan, dişînin girtîgehên bi hezaran kîlometre dûrî malbatên wan. Bi ser de jî hevdîtina bi parêzeran û malbatê re jî asteng dikin. Ev yek tecrîda li ser girtiyan girantir dike."

Tûncer bilêv kir ku nizanin bê ka girtî di dema sirgûnkirinê rastî çi hatine.