Çapemeniya Ewropayê: Tirkiye bû welatê Erdogan

Li Tirkiyeyê bi sondxwarina Erdogan re wê rejîm îro bi fermî biguhere. Guhertian rejîmê û derxistina 18 hezar kesî ji kar, cihekî berfireh di çapemeniya Ewropayê de girt.

Li Tirkiyeyê, piştî ku Serokê Giştî yê KAP'ê îro li meclîsê sond xwar, wê rejîm bi rengekî fermî biguhere. Sîstema hikumetê ku ji Serokwezîr û wezîran pêk tê wê biqede û li şûna wê Sîstema Hikumetê ya Serokkomariyê dest pê bike. Bi vî rengî wê rejîma tekzilamî li Tirkiyeyê bi fermî dest bi kar bike.

Beriya ku Erdogan li meclîsê sond bixwe, hikumeta Tirk "Biryarnameya Rewşa Awarte ya dawî" weşand. Bi rêya vê biryarnameyê re 18 hezar û 632 kes ji kar hatin avêtin, 12 komele, 3 rojname û qenaleke televîzyonê hatin girtin. Vê rewşê bi rengê "rejîma Erdogan xurt dibe" cihê xwe di çapemeniya Ewropayê de girt.

FAZ: KOMARA DERXISTINA JI KAR

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê "Frankfûrter Allgemîne Zeîtûng" (FAZ) bi sernavê "Tirkiyeya Erdogan-Komara derxistina ji kar" cih da guhertinên ku Erdogan di nava rejîmê de kiriye. Di şîrove-nûçeya rojnameyê de ku bi navê nûçegihanê rojnameyê yê li Atînayê Mîchael Martens ve hate amadekirin, hate destnîşankirin ku piştî biryarnameya dawî wê Erdogan êdî karibe bi fermanê her guhertinê li gorî dilê xwe bike.

Di şîroveyê de hate ragihandin ku guhertinên li Tirkiyeyê wê bandoreke neyînî li aboriyê bike û hate gotin, heta Adara 2019'an dema hilbijartinên herêmî wê qîmetê pereyê Tirk her kêm bibe û enflasyon jî bilind bibe.

Deûtsche Welle jî bi sernavê "Erdogan sûltanê destpêkê yê Tirkiyeya nûjen e" cih da mijarê. Di analîzê de hate ragihandin ku ji hemû lîderên siyasî yên li Tirkiyeyê bêhtir erk ketine destê Erdogan.

Pisporên ku li ser mijarê ji Deûtsche Welle re axivîn diyar kirin ku sîstema serokatiyê ya li Tirkiyeyê nabe ku bi sîstemên li Fransa û DYA re bê nirxandin û erkên ketine destê Erdogan yek bi yek raxistin pêş çavan.

'WELATÊ RAGEŞIYÊ'

Rojnameya aboriyê ya Elmanyayê Handelsblattê jî işaret bi nêrînên bi heman rengî kir. Nivîskarê rojnameyê Gerd Hohler di şîroveya xwe de got, "Bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê qewimîn, desthilatdariya Erdogan xurtir kirin. Erdogan beton li ser desthilatdariya xwe rijand û kir ku nema bê hilweşandin."

Nivîskar diyar kir, desthilatdariya ku Erdogan bi tena serê xwe bi rê ve dibe, ne tenê ji bo demokrasiyê her wiha ji bo aboriya Tirkiyeyê jî qet nebaş e û ji bo Tirkiyeyê gotina "welatekî rageşiyan" nivîsand.

DÎE PRESSE: QRALÊ ROJÊ YÊ TIRK

Yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Dîe Presse jî li ser xurtbûna rejîma Erdogan û biryarnameyên beriya wê hatin weşandin, nûçe-analîzek weşand. Rojnameyê gotina, "Qralê rojê" ku ji bo qralê Fransayê Lûdwîg ê 14. dihate gotin, ji bo Erdogan bi kar anî. Rojnameyê işaret bi bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin kir û destnîşan kir ku Erdogan hemû erk xistiye nava destê xwe û bûye "qralê rojê yê Tirk".