Çapemeniya cîhanê işaret bi rola diyarker a HDP'ê kir

Çapemeniya cîhanê cih da zext û zordariya li Tirkiyeyê di dema hilbijartinê de tê kirin û ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê işaret bi rola diyarker a HDP'ê û dengdêrên Kurd kir.

Qenala yekê ya Elman ARD'ê bi wesîleya mîtînga HDP'ê ya li Mêrdînê cih da nêrînên dengdêr û namzetên parlamenteriyê.

Di nûçeyê de nêrînên namzetê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û namzetê Suryanî Tûma Çelîk hatin weşandin. Li gorî nûçeyê; Mîthat Sancar diyar kir, eger HDP ji bendê derbas bibe wê AKP serweriya xwe ya li meclîsê ji dest bide, lewma zextê li dengdêran dike. Namzetê Suryanî Tûma Çelîk jî got, rayedarên dewletê bi rengekî vekirî û sergirtî gefê li dengdêrên HDP'ê dixwin.

TIME: DENGÊ KURDAN WÊ ENCAMÊ DIYAR BIKE

Versiyona înternetê ya kovara Time a Amerîkî di nûçeya xwe de bal kişand ser bêedaletiya di hilbijartinê de tê kirin û ji bo encama hilbijartinê işaret bi rola diyarker a HDP'ê.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku Erdogan û AKP niha 90 ji sedî yê medyayê kontrol dikin û hate bibîrxistin, TRT a ku 31 saet û 25 deqeyan di weşana xwe de cih da Erdogan, di navbera 1-25'ê Gulanê de bi kêliyekê jî cih neda Selahattîn Demîrtaş.

Kovarê ragihand ku Kurd, çepgir-sosyal demokrat, lîberal û gelek beşên din ên civakê ji aliyê Erdogan ve weke dijber tên nîşandan û destnîşan kir ku Erdogan hemû mûxalefet kiriye yek. Di nûçeya kovarê de hate gotin, eger HDP ji benda ji sedî derbas bibe ev yek wê bibe xwedî roleke diyarker.

Di nûçeyê de ji bo dengê Kurdan pênaseya "Afirînerê Kral" hate kirin ku tê wê wateyê, wê bi dengê Kurdan diyar bibe bê kral kî be. Time destnîşan kir, eger HDP ji bendê derbas bibe, di tûra duyemîn de wê dengên hilbijêrên Kurd diyarker bin.

LE FIGARO: SEFERBERIYA GIŞTÎ YA JI BO ŞOPANDINA SINDOQAN

Yek ji rojnameyên sereke yên Fransayê Le Figaro jî da xuyakirin ku ji bo dek û dolab di dengdana roja Yekşemê de neyê gerandin, partiyên siyasî, komele û gel karekî berfireh dikin.

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku mîna dema referandûmê wê pisûlayên bê mohr jî derbasdar bin û hate gotin, nêzî 30 baro wê parêzerên xwe li navendên dengdanê wezîfedar bikin ji bo çavdêriyê li sindoqan bikin. Di nûçeyê de wekî din hate gotin, wê çavdêrên navneteweyî jî hilbijartinê bişopînin.

Le Figaro bal kişand ser biryara rejîma AKP'ê ya ji bo guhertina cihê hin navendên dengdanê û destnîşan kir ku HDP'yî vê yekê weke hewldana astengiya li pêşiya dengdêrên xwe dibînin.

Le Figaro da xuyakirin, ji ber metirsiya li ser dengdanê partiyên mûxalefetê Platforma Hilbijartinê ya Adil ava kirine.

SEUFERT LI DIE ZEIT'Ê NIVÎSÎ: ERDOGAN ŞAŞITIYÊ DIKE

Pisporê Tirkiye û Rojhilata Navîn ê rojnameya Die Zeit Gunter Seufert diyar kir ku Erdogan di sîstema parlamenteriyê de dikarîbû bi hêsanî li desthilatdariyê bima, lê wî tercîha xwe di sîstema nû de kiriye.

Seufert bi gotina "Erdogan şaşitiyê dike" dest bi şîroveya xwe kir û ji bo Erdogan got, "Pirsgirêka bingehîn ev e: Dixwaze hemû hêzê bixe destê xwe û piraniya dengdêran jî vê naxwazin."