Çalakiyên TV 10’ê: Naxwazin dengê zilmê bê bihîstin

Temaşevan û xebatkarên TV 10’ê ya ku hate girtin, li Galatasarayê li hev civiyan û xwedî li televîzyona xwe derketin, gotin: “Dixwazin li pêşiya bihîstina dengê zilmê bibin asteng.”

Xebatkarên TV10 ya bi BHQ’ê hat girtin, li Qada Galatasarayê di hefteya 76’an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam bikin. Di çalakiyê de Serokê Partiya Şoreşger (DP) Musa Piroglu, Nûnerên Komeleya Derdora Munzur, Dayikên Şemiyê û nûnerên saziyên Elewiyan amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Dengê Elewiyan TV10 nayê bêdengkirin" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Dengê Elewiyan nayê qut kirin” berz kirin.

'HER KU ÇAPEMENÎ HATE BÊDENGKIRIN, BÊMAFÎ JÎ ZÊDE BÛ'

Piroglu, diyar kir ku bi Rewşa Awarte mamoste ji kar avêtin, grev qedexe kirin, êrîşen li ser zarokan veşartin, bi girtina TV10'ê xwestin Elewî zilma tê kirin nebihîzin.

Piroglu bibîr xist ku bi bêdengkirina çapemeniyê re bêmafî û neheqî zêde bû û got: “Rojnamevan hatin girtin, rojname hatin girtin, dengê jinê, dengê Elewiyan û hemû reng û pêkhateyên li welat di bin zextê de ne, dema wisa bû tê wateya ku azadî li welat hatiye girtin."

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.