Çalakiyên Nobeta Edaletê nêzî 3 meh in didomin

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pisgirêka Kurd re çareserî hatine destpêkirin, li hin bajaran nêzî 3 meh in didomin.

Li Amedê beşdarên nobeta ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina Rezan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatî destpêkirin, bi pêşmalkên ku bi Kurdî û Tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatîn nivîsandin, li xwe kirin.

Dayik û malbatan di çalakiyê de stranên Kurdî gotin. Aklîme Hanas diyar kir ku ew di Nobeta Edaletê ya ku 81 roj in didome de ne û got: “3 sal in em agahî ji Birêz Ocalan nagirin, ji bo agahî ji wî bê girtin zarokên me di grevê de ne, em jî di nobeta edaletê de ne. Ji bo ku demildest aştî û wekhevî di nava vê civakê de çêbibe, em di nobetê de ne. Heta ku Birêz Ocalan azad dibe, em ê nobeta xwe bidomînin. Em bang li dayikên Tirk jî dikin. Em ji bo aştiyê dirûnin. Bila demildest aştî û wekhevî pêk bê. Em banga aştiyê dikin. Em destê aştiyê dirêj dikin.”

Nobet bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Li Wanê Nobeta Edaletê ya ku Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) dayî destpêkirin, di roja 81’an de li Rêxistina DPB’ê ya Wanê dewam kir. Gelek xizmên girtiyan beşdarî nobetê bûn û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Hevşaredar û Rêxistina DEM Partiyê ya Payîzavayê serdana nobetê kirin.

Li Êlihê Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) hatibû destpêkirin, di roja 23'yan de li avahiya DBP'ê ya Êlihê dewam kir. Mehdî Oztuzun ê Namzedê Hevserokatiya Şaredariya Êlihê qala girîngiya têkoşîna dayikan a ji bo rakirina tecrîdê kir û banga mezinkirina piştevaniyê kir.

Di serdanan de bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin. Nobetê bi stran û dirûşmeyan dewam kir.