Çalakiyên li Strasboûrgê yên ji bo Ocalan -ÇAVDÊRÎ

Strasboûrg niha malovaniyê ji 2 çalakiyên Kurdan re dike. Yek ji van Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ya din jî çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan e.

Çalakiya nobedê, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bê navber dewam dike. Her hefte ji herêmeke cuda ya Ewropayê komek tê û ji bo azadiya Ocalan nobedê digire. Nobedarên hefteya 286. ji rêxistina jinan a PYD'ê Menal Doko, Ronahî Welat, Xalîse Mihemed Salih û Resmiye Nayîf in, ku ji bajarê Bremen ê Elmanyayê hatine. Bi jinên PYD'yî yên ji Bremenê hatin re hewl didim ji bo Stêrk TV biaxivim.

GIRÎNGIYA OCALAN JI BO JINÊN JI QAMIŞLOYÊ

Bi navê jinên PYD'yî, Menal Doko ya ji Qamişloyê diaxive. Mîna hemû şêniyên Rojava dema ku navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibihîze ken li rûyê wê dikeve. Ji dil dibêje "Heval, Serok ji bo me tê wateya her tiştî". Qala zor û zehmetiya jinê ku berî Ocalan li Rojava dikişand, dike. Dema ku wê demê tîne bîra xwe bi hêrs dibe. Dibêje, "Jin weke ruhbereke ku zarok dianî dinyayê û xizmet ji mêr re dikir. Lê belê têkoşîna Serok jin rakir ser piyan, azad kir û dawî li jiyana mîna koledariyê bû, anî."

'JI BO RÊBER APO ÇI BÊ KIRIN, KÊM E'

Wiha dewam dike: "Serok beriya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê şoreşa jinê pêk anî. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo me jinên Rojavayî xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Ji bo wî ne hefteyek, mirov bi salan nobedê bigirin têrê nake. Em ji bo Rêber Apo çi bike, kêm e."

Xwe deyndar û berpirsyar dibînin ku heta Ocalan azad bibe û bikeve nava wan, çalakiyan li dar bixin. Diyar dike ku ji ber vê yekê hewl dide tevlî çalakiyên ji bo Ocalan ên li Bremenê û cihên din tên lidarxistin bibe. Destnîşan dike ku şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê berhema têkoşîna Ocalan e û bang li hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike ku tevlî çalakiyên ji bo Ocalan bibin.

Cudahiya çalakiya rûniştinê ji ya din ew e, ku hê bi girseyî ye. Armanc ji vê çalakiyê jî ew e, agahiyek ji Ocalan bê girtin. Çalakî ji aliyê saziyên Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê ve tê organîzekirin. PDK û rêxistinên nêzî wê ne di navê de, hemû partî û saziyên Kurdan ên li her çar parçeyan piştgiriyê didin vê çalakiyê. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên ji herêmên cuda yên Ewropayê tên, bi rengekî dorveger bi şev û roj li qada çalakiyê ne.

HEWLDANA PROVOKASYONÊ YA POLÎSÊN TIRK Û EREB

Çalakger ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dixwazin ku biçe Îmraliyê, bi Ocalan re hevdîtinê bike yan jî bike ku hevdîin were kirin.

Dema ku min ji bo Stêrk TV ev çalakî dişopand, pêr êvarê bûyereke balkêş rû da. Beriya tevlî bultena nûçeyan bibim, 3 polîs hatin cihê çalakiyê, 3-4 deqeyan man û çûn. Lê belê dema ji bultenê re diaxivîm, wesayiteke din a polîsan hat.

Rûyê wan kesên ji wesayita polîsan peya bûn gelekî balkêş bûn. Ya jin Tirk dişibiya Tirkan, 2 polîsên din jî dişibiyan Ereban. Mîna tîma polîsan a berê hatibû, hewl didan nîşan bidin. Lê belê piştî ku weşan qediya pê hesiyam ku nêzîkatiya wan hatiye guhertin. Polîsa jin a bi eslê xwe Tirk, gelekî bi rengekî nerazî tevdigeriya. Bi dengekî bilind kir qîrînî û xwest agirê ku çalakgeran ji bo xwe pê germ bike dadabûn vemirînin. Mîna ku dixwest çalakgeran tehrîk bike. Nêzîkatiya her du polîsên Ereb jî ne kêmî ya polîsa Tirk bû. Nasnameya berpirsyar xwest. Ji bo provokasyonê derxîne ferman dida ku agir tavilê bê vemirandin. Çalakger pê hesiyabûn ku ev polîs li pey provokasyonê ye. Bi baldarî û nêzîkatiya bi berpirsyarî ya berpirsyarên çalakiyê, pêşî li provokasyona polîsa bi eslê xwe Tirk hat girtin.

Piştî vê hewldana provokasyonê, nûnerên saziyeke civaka sivîl a navbeynkarî di navbera komîteya amadekar a çalakiyê û emniyeta Strasboûrgê de dikir, hatin agahdarkirin. Di encama çend hewldanan de hîn bûm ku polîsa bi eslê xwe Tirk, ji bo meş û mîtînga hefteya bê betal bike ketiye nava hewldana provokasyonê. Armanca wê ew bû ku girseya gel tehrîk bike û piştre jî bi derewa 'PKK'yiyan êrîşî polîsên Fransayê kirin' çalakiya rûniştinê, meş û mîtîngê bide betalkirin.

Nûnerê saziya civakî ya sivîl a navbeynkar spasiya çalakgerên Kurd kir ji ber helwesta wan a bi berpirsyarî û ji bo der barê polîsên Tirk û Ereb de lêpirsîn were vekirin da xuyakirin ku wê li Emniyeta Strasboûrgê bikeve nava tevgerê. Çalakgeran jî piştre ji nû ev agir dadan û govend gerandin.