Çalakiyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin

Çalakiyên li dijî rejîma Îranê, bi reng û şêweyekî cuda dewam dikin.

Gelê ku li 50 bajar û navçeyên Îranê roja 28'ê Kanûnê li dijî xizanî, birçîbûn û bêkariyê rabû ser piyan, bi qîrîna dirûşmên "Mirin ji Xamaney, mirin ji dîktator re", "Em referandûmê dixwazin" dest bi çalakiyan kir. Çalakî dewam dikin. Çalakî van sê rojên dawî bi nivîsên li ser dîwaran didomin. Di serî de li Tehran, Meşed, Qum, Kerec û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li gelek bajar û navçeyan çalakger dadikevin qadan û çalakiyan dikin.

BI HEZARAN KES HATIN BINÇAVKIRIN

Der barê hejmara çalakgerên hatine binçavkirin de agahiyên ku hev nagirin, tên. Li gorî hinekan 2 hezar, li gorî hin kesan jî 3500 kes hatine binçavkirin. Rejîma Îranê ragihand ku heta niha hejmara mirovên hatine binçavkirin 3700 kes e û dibe ku ev hejmar zêde bibe. Rejîm diyar dike, ji ber ku binçavkirin ji aliyê yekîneyên cuda yên ewlekariyê ve tê kirin, dibe ku hejmar zêdetir be.

Wekî din, greva birçîbûnê ya li ber Zindana Evînê ku parçeyek ji çalakiyan e, dewam dike.