Çalakiyên ji bo Efrînê li Ewropayê dewam dikin

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina gelê Kurd, li Elmanya û Yewnanîstanê hatin şermezarkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina gelê Kurd, li Elmanya û Yewnanîstanê hatin şermezarkirin.

LI BER PARLAMENTA BERLINÊ JI BO EFRÎNÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR

Ji bo şermezarkirina barbariya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî, li paytexta Elmanya Berlinê greva birçînê dest pê kir. Roja destpêkê 50 kes tevlî greva birçîbûnê bû. Çalakî wê heta 23'ê Adarê roja Înê bidome. Ji bo çalakiyê li ber avahiya Parlamentê kon hatiye vedan û pankartên bi nivîsa "Parastina Efrînê parastina jiyanê ye", "Piştgiriyê bidin Efrînê, li dijî faşîzma Erdoğan derkevin", "Tirkiye ku endamê NATO'yê ye li Efrînê qirkirinê dike. Li dijî vê qirkirinê em di greva birçîbûnê de ne" hatin vekirin.

Li paytext Berlinê, bi wesîleya Neworzê li herêma Kreuzbergê mîtîngek hate lidarxistin.

BRAUNSCHWEIG

Li bajarê Braunschweig ê Elmanyayê, ji bo xwedîderketina li Efrînê mîtîngek hate organîzekirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Polîsên Elman dest li çalakiyê werdan, dîmenê beşdaran kişand û alên YPG/YPJ'ê bi hinceta qedexe ye hev dan. Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî polîsan dan û dirûşmên "Merkel pere dide, Erdoğan bombeyan dibarîne", "Em heta mirinê bi Efrînê re ne" û "Dîktator Erdoğan" qîriyan.

ATINA

Li paytexta Yewnanîstan Atinayê, Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo Efrînê meşiyan. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Yek e yek e gelê Kurd yek e", "Erdoğan ê kujer ji Kurdistanê bicehime" hatin qîrîn. Meşvan hatin meydana Syndegmayê ku greva birçîbûnê lê heye û çalalkger silav kirin. Piştre jî ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk ve meşiyan. Li ber sefaretxaneyê daxuyaniyek hate dayin û komkujiyên li Efrînê bi destê dewleta Tirk tên kirin hatin şermezarkirin.