Çalakiyên ji bo Efrînê belav dibin
Kurdistaniyên nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk didin, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê meşek lidar xistin.
Kurdistaniyên nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk didin, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê meşek lidar xistin.
Li ser banga Platfroma Berxwedana Efrîn-Rojava, bi sedan Kurdistanî li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo Efrînê meşiyan. Kurdistaniyên di saetên şevê de li Helvetîaplatzê kom bûn, bi meşaleyan meşiyan. Di meşa li ser rêyên herî qelebalix ên bajêr de dom kir, dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Artêşa Tirk ji Efrînê bi cehenime” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin qîrkirin. Di meşê de her wiha belavok hatin belvakirin û meş dubare heta Helvetîaplatzê dom kir. Piştî mîtînga li vir û şûnde çalakî bi dawî bû.