Bi çalakiya rûniştinê ya 23’yê Cotmehê bi daxwaza bi lezgîn Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) biçe Îmralî, rewşa li wir lêkolîn bike û têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî parve bike, dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku bi desteka dehan saziyên Ewropa her roj dorveger dewam dike bi tevlîbûnên nû bi hemû biryardariya xwe dewam dike. Bi tevlîbûna nûnerên saziyên li Elmanya, Swîsre, Belçîka, Fransa û welatên din ên cuda û welatparêzan cihê xwe digirin. Hejmara çalakvanên çalakiya rûniştinê piraniya xwe ji jin û ciwanan pêk tên.
Di roja 24’an a çalakiya rûniştinê de girse li pêşiya Konseya Ewropa (KE) ya ku CPT jî girêdayî wê ye kom dibin, dirûşman qîr dikin. Li gel qîrkirina dirûşmên “CPT biçe Îmralî” û “Ji Ocalan re azadî” bang hate kirin ku bi lezgîn divê CPT erka xwe bi cih bîne.
Çalakvan piştî nîvro ji qada çalakiya rûniştinê lê dom dike heta pêşiya CPT’yê bi dirûşman meşiyan. Çakvanên ku li pêşiya CPT’yê dirûşim qîr dikirin, nêzîkatiya CPT’yê şermezar kirin. Çalakvan ji bo vê helwesta CPT’yê şermezar bike bi deqeyek rêzgirtinê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
PARLEMETERÊ PE’YÊ: EM DENGÊ GELÊ KURD DIBIHÎSÎN
Li aliyê din serdanên parlemterên Parlemetoya Ewropayê ya ji bo çalakiya rûniştinê jî dewam dike. Îro piştî nîvro endamê Partiya Karker a Îngilîz a Parlemetoya Ewropayê (PE) Jûlîe Werd ku serdana çalakvanan kir, bi çalakvanan re civiya.
Ward a daxwazên çalakvanan guhdar kir, fikarên xwe yên têkildarî rewşa Ocalan vegot û diyar kir ku wê piştgirî bidin çalakiyê. Ward destnîşan kir ku ew dengê gelê Kurd ‘dibihîsin’ û diyar kir ku hem ew û hem jî parlementerên din bi mijarê ve eleqedar in. Ward anî ziman ku têkildarî rewşa Ocalan wê li Parlemetoya Înilîstanê xebatek hê berfirehtir bidin meşandin.
Ward diyar kir ku dibe ku dewletên Ewropa ji firkir û ramanên Ocalan xwe bidin paş, lê divê daxwazên gelê Kurd bînin cih.
Çalakiya rûniştinê wê sibe bi tevlîbûnên nû dewam bike. Çalakî ji aliyê gelek endam û saziyên gelê Kurd ên li welatên cuda yên Ewropayê li gel saziyên Tirkiyeyî û gelên din ên Rojhilata Navîn tên ziyaretirin.