Çalakiya malbatan a Esenyurtê 10 roj li pey xwe hişt

Çalakiya malbatan a rûniştinê ya ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re ku li navçeya Esenyurt a Stenbl hatî destpêkirin, di roja 10’emîn de didome.

Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketî grevê, ji bo piştgiriya bi berxwedêran re li navçeya Esenyurt a Stenbolê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan a rûniştinê ku li qada Esenyurtê dayî destpêkirin, di roja xwe ya 10’emîn de ye. Ligel hewldanên astengkirina çalakiyê jî malbatan çalakiya xwe pêk anî.  Malbatên ku demeke kurt li qadê çalakiya rûniştinê pêk anîn, paşê bi tilîlî û dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.

Malbatên berxwedêrên girtî gotin, “Em her roj li qadanin û her roj polîsên Tirk me dorpêç dikin, dixwazin çalakiya me asteng bikin lê belê her ku em li wan dinêrim vîna me xurtir dibe. Em dixwazin aştî, aramî û azadî bê welatê me, ev zilm û zordestî biqede. Em miletek in, ti kes nikare me biqedîne.”

Malbat, piştî çalakiyê derbasî avahiya HDP’ê ya naveçeyê bûn û wê sibe dîsa li qadê bicivin û çalakiya xwe pêk bînin.