Çalakiya li Strasboûrgê roja 48’an jî li pey xwe hişt

Çalakiya li Strasboûrgê ji bo Ocalan hatiye lidarxistin dewam dike.

Li bajrê Strasboûrg ê Fransayê, çalakiya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî hatibû lidarxistin roja 48’an jî li pey xwe hişt.

Çalakî bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarê Zurîh, BAsel û Bern ên Swîsreyê, Dan Haag ê Hollanda, bajrê Forsheîm ê Elmanyayê û paytext Parîs a Fransayê û bajarên din ên Ewropayê dewam dike.

Di çalakiyêde jina Ereb a bi navê Xalisa Mahmût, dayika Resmiye Naîf a xwedî 6 zaroka û gelek jin amade bûn.

Tevî hemû şertên dijwar ên sermayê jî Kurdistanî û dostên wan çalakiyê bi biryardarî dewam dikin.

Çalakvan tevahî rojê bi gotina stranan govend gerandin.