Çalakiya li Marsîlyayê ya li dijî tecrîd û dagirkeriyê dewam dike

Çalakiya konê agahdarkirinê, ku bi şiyara "Azadî ji Ocalan re, bes e ji dagirkeriya li Kurdistanê re" li bajarê Marsîlyayê dest pê kir, dewam dike.

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ev 4 roj in kon vedane û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyê lidar dixin.

Kon li meydana Vîeûx-Portê hate vedan û pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re", "Erdogan destê xwe ji Rojava û Şengalê bikişîne" yên bi zimanê Fransî hatine nivîsandind, hatin vekirin.

Çalakgeran bi hezaran belavok belav kirin û Meclîsa Çandê ya TEV-ÇAND'ê jî li qada çalakiyê hunera xwe pêşkêş kir.

Çalakiya ku bala tûrîstan dikişîne, wê roja Şemiyê bi meşeke navendî biqede.