Çalakiya li Dusseldorfê didome: Polîsan dora gel girt!
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji danê sibê ve Kurdistanî û dostên wan çalakiyan li dar dixin. Polîsê Elman dora gel girt.
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji danê sibê ve Kurdistanî û dostên wan çalakiyan li dar dixin. Polîsê Elman dora gel girt.
Girseya gel a ku di nava çalakiyan de ye ji bo çalakiya li pêşiya HDF Dusseldorfê banga tevlîbûna bi hêz li Kurdistanî û dostên wan kir.
Ji saetên sibê ve li Balefirgeha Dusseldorf girseya gel çalakiya sivîl lidar dixin, polîsan dora gel girt û bi kontrolkirina nasname û kişandina wêneyan girseya gel berda.
Polîsan girseya gel a li pêşiya HDF Dusseldorfê dorpêç kir. Di çalakiyê de girseya gel banga kombûna lezgîn li Kurdistanî û dostên wan yên li derdorê kir.
Gel xetên trênê girtin û çalakiya xwe ya li pêşiya HDF didomînin.