Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Em ê bi berxwedanê bi ser kevin

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya xizmên girtiyan îro jî berdewam kir. Xizmên girtiyan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin: “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Xizmên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo aştiya civakî û şikandina tecrîdê deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê û gelek welatî tevlî bûn.

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr beriya çalakiyê axaftineke kin kir û wiha got: “Tecrîda li girtîgehan roj bi roj girantir dibe. Heta pirsgirêka tecrîdê çareser nebe dê tu pirsgirêk çareser nebin. Heta tecrîd tê rakirin jî dê çalakiya me bidome.”

Piştî axaftinan jî beşdaran li pêşiya girtîgehê çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan li dar xist. Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, "Bijî berxwedana zindanan", "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.

Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.