Çalakiya dayikên li Gebzeyê kete roja 39'an

Dayikên girtiyan li ber Girtîgeha Gebzeyê ev 39 roj in çalakiya xwe didomînin, xwestin ku tecrîd rabe.

Dayikên li Gebze 39 roj in tevî hemû êrîşÊn polîsan jî nobeta xwe berdewam dikin, îro dîsa çalakiya xwe kirin. Dayikên ku xwestin bimeşin û dîsa rastî êrîşên polîsa gotin, "Em dayik in. Em her tiştî ji bo zarokên xwe dikin." 
 
Dayikên ku zarokên wan girtî û di greva birçîbûnê de ne, li pêş girtîgeha Tîpa M a Gebze 39 roj in nobetê digirin. Dayik îro dîsa li pêş Girtîgeha Gebze kom bûn û nobeta xwe berdewam kirin. Parezerên endamê Komeleya Hiqûqê ya Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî jî tev li çalakiya dayikan bûn. Dayik, welatî û parêzerên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebze kom bûn, xwestin bimeşin girtigehê. Polîsan maşina dayikan li ser Kolana Bagdat rawestand. Dayikên ku ji maşîneyan daketin xwestin bi meşê biçin girtîgehê. Lê polîsan bi hinceta biryara Walîtiya Kocaelî heye destûr neda. Li ser vê yekê dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 

Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: "Em dayik in. Her tişt ji bo zarokên me ye. Hûn niha bi vê astengiyê bê hurmetiyê li me dikin. 
 
Dayikan piştî demekê diyar kirin ku ew ê sibê dîsa bên û dawî li çalakiya xwe anîn.