Çalakgerên li Strasbourgê wê daxuyaniyê bidin çapemeniyê

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser grevên birçîbûnê, 14 çalakgerên ku li Strasbourgê 161 roj in di greva birçîbûnê de ne, wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Peyama Ocalan a bi rêya parêzerên xwe şand, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê jî bi baldarî dihate şopandin. Tevî çalakgeran bi dehan Kurdistaniyan bi rengekî zindî li daxuyaniyê temaşe kirin.

Berxwedêrên Strasbourgê wê îro saet 12:00 li ser mijarê daxuyaniyê bidin. Li gorî agahiyan, berxwedêrên Strasbourgê wê piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku pêşenga berxwedanê ye daxuyaniyê bidin.

Ocalan di peyama xwe de ragihandibû ku greva birçîbûnê bi ser ketiye û ji çalakgeran xwestibû ku dawî li çalakiya xwe bîne.