Çalakgerên li pêşiya AKP’ê dîsa hatin destgîrkirin

Çalakgerên ku xwestin li pêşiya avahiya AKP’ê ya Enqereyê çalakiyê li dar bixin, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Çalakgeran gotin; “Li pêş HDP’ê çalakî tê lidarxistin lê çima li vê derê çalakî neyê lidarxistin?”

Çalakiya li pêşiya avahiya AKP’ê ya Enqereyê di roja 4’emîn de domiya. Cemal Yildirim û Mahmût Konûkê KHK’yî, Seroka EHP’ê ya Enqereyê Sanem Denîz Kûral dêya xwendekarê dibistana leşkerî Meral Kûrûç ji ber ku xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin, hatin destgîrkirin.

8 çalakger a aliyê polîsan ve ji qadê hatin dûrxistin. Dayika Eren Yûmûş ê ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn got ku “Fermandarên zarokên me sûcdar in lê li derve ne.”

Sumeyye Yilmaz a ku hevserê wê Mûstafa Yilmaz di 19’ê Sibatê de hatibû revandin got ku “Dayik li pêş avahiya HDP’ê çalakiyê li dar dixin lê gelo çima ez li vê derê nikarim çalakiyê li dar bixim û bibêjim ‘Ez li hevjînê xwe digerim’. Wezîrê Karê Navxweyî çû serdana dayikên li ber avahiya HDP’ê lê li vê derê em diçin ber lingê wan, lê ew dîsa jî guh nadin me.”